ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 18 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Kevana Zêrîn yek ji beşa hunerê ye, parastina çanda jinê ya resen dike, bi awayekî hunerî tev digere, zêdetir bi kar û çanda jinê re mijûl dibe. Jinên ku di Kevana Zêrîn de karê hunerî dikin dan zanîn ku Kevana Zêrîn beşek hunerî ye û parastina çanda dayikê ya bi hezar salan dike. DÎMEN HEYE
* Jinên Herêma Kobanê bi munasebeta 7'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gotin: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di jiyana gel de guhertinên mezin çêkir. Gel piştî desthilatdarî û zordariya Rêjîma BAAS'ê ev heft sal in bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê azadî hembêz kirin."
DÎMEN HEYE
*19’ê Tîrmehê ne tenê bû şoreşa jinê, di heman demê de bû şoreşa jiyanek nû û wekheviya di navbera hemû ol, gel, zayend, hevjiyana azad ya civaka demokoratîk û zîhiniyeta ekolojîk. Gelên vê herêmê li ser hişmendiya jiyanek azad bi hev re dijîn.
*Yagmur Cansu diyar kir ku tevî ku ji aliyê malbata xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hatiye, bi îdiaya ku wê şîdet li malbata xwe kiriye, biryara ji malê dûrxistinê ji bo wê hatiye dayîn û got: “Malbata min bi zorê beramberê pere dixwaze min bizewicîne. Dema ez li dijî vê derketim, biryara dûrxistina ji malê hat dayîn.” DÎMEN HEYE
*Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê 6 sal şûnde, xwendekarên ku mezûn bûne bibîr anî û ji 22 kesên li Zanîngeha Alparslan Mûşê xwendine û mezin bûne, der barê 16 hebî de ji ber faliyetên xwendekariyê biryara girtinê hat dayîn.
*Di 4’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de wê rêxistinên ciwanan 33 rêwiyên xeyalan bi bîr bîne. Jinan ji bo bîranîna wê li Kolana Sakarya ya Enqereyê pêk bê bang kirin û wiha gotin: “Ji bo Pirsûs bê bibîranîn, ji bo neyê jibîrkirin em ê li kolanan bin. Em kesên ku şekirên şewitî ji bîr nakin carek din dawetî kolanan dikin. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin.” DÎMEN HEYE
*Li Amedê jina bi navê Zahîde Altunterî û Hatîce Akgul bi xwaringeha kadeyên sêlê debara xwe dikin. Jinên kedkar anîn ziman ku wan ji tunebûnê dest pê kirine û bi keda destê xwe bi ser ketine. DÎMEN HEYE
*Hevşaredarên Norşîn û Elbakê der barê polîtîkayên qeyûman ên li navçeyan de nirxandin kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku qeyûman hem di warê aborî de û hem jî di warê manevî de ji bo van navçeyan tu kar û xebat nekirine. Hevşaredaran gotin ku piştî HDP bi ser ket deriyê şaredariyan ji gel re hatin vekirin û bi gel re dest bi kar û xebatan hat kirin. DÎMEN HEYE
*Berdevka Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, zêdebûna şîdeta li ser jinan nirxand û got meclîsên jinan di 21’ê mehê de tên cem hev û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe li ser rêxistinbûna li ser jinan û li dijî şîdetê bimeşînin. Tabloyeke bi xof li pêş me ye. Divê jin demildest xurt bibin û hem jî kampanyayê bimeşînin. Divê jin tevlî kampanyayê bibin û ji bo guherîna civakî pêşengiyê bikin.”
DÎMEN HEYE