Li Wanê panela avakirina ÎHD'ê ya 33’emîn hat lidarxistin

  • 08:17 18 Tîrmeh 2019
  • Rojane
WAN-Bi wesîleya salvegera avakirina ÎHD’ê ya 33’êmîn şaxa ÎHD’yê ya Wanê  panel li dar xist. 
 
Ji ber salvegera avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 33’emîn  şaxa ÎHD’yê a Wanê li avahiya VANTSOY’ê bi tevlîbûna hevseroka ÎHD’ê ya giştî Eren Keskîn, Akin Bîrdal û rojnameger Ayşegul Orhan panel hat li dar xistin. Di panelê de hevşaredarên Riyaarmûşê rêxistinên sîvîl yên civakî, hiquqnas û gelek welatî tevlî bûn. Panel bi deqeyek rêzgirtinê hate  destpêkirin. 
 
Panel bi axaftina serokê ÎHD’ê yê Wanê Murat Melet dest pê kir. Murat diyar kir ku divê herkes bi zimanê aşitiyê biaxive û wiha got:” Niha li Tirkiyeyê di têkoşîna aşitî û demokrasiyê de bedelên giran tên dayîn. Hîna li Tirkiyeyê parastina mafê mirovan negihiştiye astekê. Niha li vir di nav me de gelek hevalên me yên ciwan hene em bawer in ku ev hevalên me tev bi vê armancê li virin. Bêgûman kî li ku derê têkoşîna aşitiyê û demokrasiyê bide ew parazvanê mafê mirovan e. Ji bo avakirina pêşerojeke zelal em niha li vir in. Divê em bi zimanê aşitiyê biaxivin. Ger ku em zimanê aşitiyê neaxivin dê aşitî bixetime. Piştî bi rêxistinkirina aşitiyê wê heqîqet derkevin holê. Ger ku ev nebe em nikarin qala têkoşîneke demokratîk bikin.” 
 
‘Dewleta tirk bi qirkirina 1995’an de bîrdoziya xwe ya netew dewlet ava kir’
 
Piştî Murat Hevseroka ÎHD'ê yê a giştî Eren Keskîn axivî. Erenê ji kesên ku di têkoşîna parastina mafê mirovan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha axivî;” Em li Tirkiyeyê bi talukeyeke mezin re rû bi rû ne. Ji xeynî her tiştekî divê baş bê zanîn ku erdnîgariya ku em li ser dijîn erdnîgariya qirkirinê ye. Dewleta tirk bi qirkirina 1995’an de bîrdoziya xwe ya netew dewlet ava kir. Ew roj avabûna bîrdoziya dewletê ye. Desthilatdarên ku qirkirina 1995’an de pêk anîn niha welat rêve dibin. Dewletê bi derewan dîroka xwe û bîrdoziya xwe ya fermî  ava kir. Mixabin ku gelê Tirkiyeyê bi vê bîrdoziyê qaneh kir û ev bîrdoziye ji gelan re da qebûlkirin”
 
‘Em ji mirîye xwe re deyndar in û me soz daye wan  em dev ji têkoşînê bernadin’
 
Erenê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewletê û wiha pê de çû;” Tu salan qasî van salan zilm rewa nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê kes nikare azad bifikire û bi awayekî azad nêrînên xwe bîne ziman. Di salên 90’an de jî em hatin darizandin lê ne bi vî awayî. Di roja me ya îro de ji kesên ku diçin îfade bidin tên girtin. Tu pêvajoyan de me tiştekî wiha nedît. Em dikarin bibêjin ku dewlet ne ji têkoşîna çekdarî, dewlet ji têkoşîna gel ditirse em  bawer in ku dê ev êrîş zêdetir bibin. Divê em tu car bêhêvî nemînîn. Îro Şebnem Korur Fîncanci û du hevalên me yên din hatin berdan. Ev bi têkoşînê pêk hat. Parazvanên mafê mirovan dev ji têkoşînê bernadin. Parastina mafê mirovan têkoşîna mirovahiyê ye. Em ji mirîye xwe re deyndar in û me soz daye wan  em dev ji têkoşînê bernadin û dê têkoşîna xwe li her qadan bidomînîn.” 
 
‘Çareserkirina pirsgirikên Tirkiyeyê bi çareserkirina kurd pêkan e’
 
Pişt re parêzvanê ÎHD’ê Akin Bîrdal axivî. Akin ji bi lêv kir ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê li Tirkiyeyê civateke aram ava nebe û wiha got” Niha li Tirkiyeyê aloziyeke darizandinê heye. Mirov nizane ku mirov çima tê darizandin.  Ev yeke ji wendabûna hiquqê ye. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bi çareserkirina kurd pêkan e. Di rojên dawî de li Wanê  mamosteyek ji bo ku kurdî axivî hate sirgunkirin.Ev binpêkirina mafê mirovan e. Ji bo ku zimanê dayikê xeber da hate sirgunkirin. Lê di wan rojan de çawa ku dayikên me berxwedan û dengê aşitiyê bilind kirin di pêvajoya grevên birçîbûnê de ji dayikên me bar girtin ser milên xwe û bi hev re li berxwedan.”
 
‘Em aşitiyeke bi zimanê dayikê dixwazin’
 
Rojnameger Ayşegul Dogan jî da zanîn ku li Tirkiyeyê demokrasî xetimiye û wiha axivî;”  Min bi saya bavê xwe di nav têkoşîna parastina mafê mirovan de cih girt. Bi salane li dijî neheqiyek giliyek me heye ew jî em dibêjin ger ku aştî û demokrasî pêk bê, bila bi qebûlkirina hebûna hemû gelan  pêk bê. Ji Mansel Mandella heta ku Rosayan li dijî zilmê têkoşînek bêhempa hatiye dayîn. Ev têkoşî vala nehatine dayîn ev têkoşînê ji bo avakirina aşitiya cihanê û wekheviya gelan hatine dayîn. Li Tirkiyeyê em nikarin behsa darazeke xweser bikin. Niha li Tirkiyeyê rojnameger nikarin nûçe çekin, gel nikare bi zimanê xwe biaxive û jin nikare li kolanan azad bigere. Em dibêjin zêdetir demokrasî, aşitî û azadî. Di vê têkoşîna me  de daxwaziyek me heye, ew jî em dixwazin ku  aşitiyeke bi zimanê dayikê pêk bê.”