Leyla Guven: Zulkuf Gezen siberoja me ronî kir
- 16:14 17 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullhah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî ziyaret kir û got: “Zulkuf û hevalên wî pêşengiya vê pêvajoyê kirin û siberoja me ronî kirin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, gora Zulkuf Gezen ê di 17'ê adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, ziyaret kir û piştre malbata Gezen ziyaret kir. Leyla û parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi hev re malbata Gezen a li navçeya Rezan a Amedê ziyaret kirin.
'Peyama rabin ser piyan da'
Leyla, di ziyaretê de anî ziman ku Zulkuf ji bo tecrîd bê şikandin pêşengî kir û wiha got: "Dibe ku min ev hamle da destpêkirin, lê Zulkuf û hevalên xwe pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Peyamek xurt da. Peyama 'Em li rêberê xwe û gelê xwe xwedî derdikevin' dan dewletê. Dîsa bang li Gelê Kurd kir ku rabin ser piyan."
'Kurd bi Zulkuf serbilind in'
Leylayê, anî ziman ku wan soz daye Zulkuf û rêhevalên wî yên li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û wiha axivî: "Ji bo azadiya Gelê Kurd em ê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Em derketin rêyek pir zor û zahmet. Me got an em ê vê tecrîdê bişkînin an jî em vê jiyanê qebûl nakin. Gelê Kurd bi Zulkuf serbilind û bi rûmet in."
Gora Zulkuf Gezen ziyaret kirin
Leyla û heyeta ligel wê piştî malbata Zulkuf Gezen ziyaret kir, derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gora Zulkuf a li Yenikoya Rezan ziyaret kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Parlamenterê HDP’ê Musa Farîsogullari jî ligel Leylayê çûn gor ziyaret kirin. Leyla, li ser gorê axaftinek kurt kir û wiha bi lêv kir: "Dengê birêz Ocalan hat bihîstin. Li hemû cîhanê belav bû. Min soz dabû dayika Havva. Min mizgîn anî ji tere. Aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Ocalan pêkan e. Ji ber ku te ev hêza Ocalan zanîbû te ev çalakî li dar xist. Bila cih û warê te bihişt be. Bila dilê de şad be."