Derbarê şûnwarê Efrînê de daxuyanî hat dayin
- 15:07 17 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Şûnwaran a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê binpêkirina şûnwarên li Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wî pêk tê li kampa serdem şermezar kir.
Rêveberiya Şûnwarên Efrînê li kampa serdem bi daxuyaniyekê kiryarên di derheqê şûnwarên di Efrînê de şermezar kirin. Bi beşadarbûna Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiyên Rewşenbîran, Rêveberiya Şûnwarên Efrînê her wiha gelê kampa serdem daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên binpêkirina şûnwarên Efrînê û pankarta bi nivîsa "Qirkirina Şaristaniyê, qirkirina gelan e" hat hilgirtin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngîlîzî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Medya Hemdik ve hat xwendin.
'Bi dehan cihên pîroz û olî li ber çavên civaka navneteweyî hatin xerakirin'
Daxuyanî wiha ye:"Dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên ku êrîşên xwe li dijî gelên Efrînê û nîştecihên wê dike hîn kiryarên xwe berdewam dike. Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşên çandî li ser heremê dike. Artêşa dagirkeriyê dest bi rûxandin û diziya şûnwaran kiriye, pêykerên dîrokî yên herî girîng hat rûxandin. Şunwarên dîrokî û turîstîk ên ku hatin dizîn û di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bi riyên qeçaxî derbasî Ewropayê kirin. Li heremê tu arkeolojî sax nehiştîn û rûxandin. Ên dare, pêxember (Nebî horî ) (Sîros ), xerabê razah, tilê cindirêsê û til meydankê hatin talankirin. Bi dehan cihên pîroz û olî li ber çavên civaka navneteweyî hatin xerakirin.
Li ser vî esasî ji bo em bandorê li konseya ewlekariyê, netewên yekbûyî (NY) û rêxistinên (UNESCO) ên têkildarî netewên yekbûyî bikin û biryarên wan bidin guhertin divê em têkoşîna xwe li hember van kiryaran xurt bikin. Divê biryar û daxuyaniyên wan bi rengekî çalak were pêşkêşkirin."