'Hêza jinên Sûriyeyê heye ku qada siyasetê biguherîne'

  • 13:53 17 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
BEYRÛD - 2' yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve " bi nîqaşên nû di roja 3'yem de didome. Siyasetmedarên jin di kongreyê de diyar kirin ku hêza jinên Sûriyeyê heye ku guhertinên esasî di qada siyasetê de pêk bîne. 
 
2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê "Ber bi pêşveçûnê ve" li Beyrûtê didome. Şandeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Buroya Jin a MSD'ê, Kongreya Star û Partiya Sûriyê Pêşerojê, Rêxista Jinan ên Sûriyî yên Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk (CCSD), Komeleya Mirovan (CL), Kombûna Jinên Sûriyê yên Demokratîk (CSWD), Komeleya Jinên Sûriyê yên Aştiyane (SWFP), Rêxistina Jin a Hîvos beşdarê kongreyê bûn. Beşdarvanên jin di nava nîqaşên xwe de destnîşan kirin ku  hêza jinên Sûriyê heye ku di qada siyasetê de guhertinan pêk bînin. Jinan da zanîn ku divê ev enerjî were aktîfkirin û ezmûnên heyî were hevseng kirin. 
 
Hêza jinan a di nava qada siyasetê de 
 
Di roja duyemîn de beşdarvanan li ser xala beşdarbûna jinê ya di hilbijartina Sûriyeyê, beşdarbûna jin di qada siyaseta Sûriyê de û hêza wê yê  ku dikare guhertina bi xwe re bîne û her wiha rola civaka sivîl di beşdarbûna jin ji qada siyasetê re di maseyan de hatin nîqaşkirin. Herî dawiyê di maseya 7'emîn de nîqaşên van xalên herdû maseyan hatin kirin. Di dawiya roja duyem de di maseya 8'emîn de ji raporeke hevbeş ên ku ji encamên nîqaşan derketî hat amadekirin. 
 
2' yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê di roja 3'yemîn de di maseya 9'emîn de wê encamnameya kongreyê bê pêşkêşkirin û her wiha di maseya 10'emîn de wê plansaziya pêşerojê û nirxandina kongreyê bê kirin. 
 
'Divê têkiliyên saziyên jinan xurt be'
 
Çalakvana jin Buşra Elî di roja 3'yem de qala têkiliyên saziyên jinan kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di nava saziyên jinan ên li Sûriyeyê de qutbûn û belavbûnek heye. Têkiliyên me bi hev re pir kêm in. Divê em wekî jin ji nû ve têkiliyên xwe bi hevre xurt bikin û hemû jinan bi yek nerînê bighînin hev. Wekî alternatîf pêwîstiya me bi xwendina ezmûn û tecrûbeyên jin yên di hindirê Sûriyê de heye. Bi taybetî ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê baş were lêkolînkirin û şîrovekirin. Mîrateyê ezmûna jin di Sûriyê de pêwiste bibe bingehekî esasî û hemû jin ji van tecrûbeyan pêş ve biçe ber bi xalên hevbeş ve."
 
'Jin dikare qada siyasetê biguherîne' 
 
Buşra, diyar kir ku hêza jinên Sûriyeyê heye ku guhertinan pêk bîne û wiha axivî: "Hêza jinên Sûriyeyê heye ku di qada siyasetê de guhertinan pêk bîne. Pêwîste ev enerjî bê aktîfkirin û ezmûnên heyî were hevseng kirin. Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê nabe, divê hemû jin xwe bibînin jinên Sûriyeyê. Pirsgirêkên heyî erkê me hemûya ne. Li ser vî esasî dê naskirina me ji kesayetên hevre çêbibe. Nerîna jinê a stratejîk di derbarê pirsgirêkên jinê de divê were tesbît kirin û pirsgirêkên jinên Sûriyê em tehlîl bikin. Rêbaz û mekanizmeyên pêwîst ji bo saziyên jinên Sûriyê werin aktîfkirin û xwedî bi bandor be. Ji bo ew valahiya heyî were derbaskirin û hevdû temamkirin û xurtkirin were pêşxistin."
 
Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi nîqaşan didome...