Ursula bû Seroka Komîsyona Ewropayê
- 10:14 17 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ursula von der Leyen bû seroka Komîsyona Ewropayê.
Ursula von der Leyen ne tenê li Elmanyayê, li tevahiya Ewropayê piştî Angela Merkel weke siyasetmedara herî naskirî dihate dîtin. Di dengdana doh de ya ji bo serokatiya Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen Ewropayê hate hilbijartin. Niha gelek karên zehmet ên mîna trajediya li Derya Spî, pêla koçberên qaçax, aboriya hevpar û têkiliyên bi şîrketên mezin re, têkiliyên bi Tirkiyeyê re li pêşiya Ursulayê ne.
Ursula, di sala 2004'an de bû endama Desteya Rêveber a CDU. Her wiha Ursula ji sala 2005'an û vir ve piştî ku partiya wê bi serokwezaretiya Angela Merkel bû desthilatdar di nava hemû hikûmetan de cih girt. Ji sala 2005'an heta 2009'an Wezîra Malbatê, Extiyaran, Jin û Ciwanan kir û û di sala 2010'an de jî bû alîkara seroka giştî. Ji sala 2009'an heta 2013'an Wezîra Karên Civakî û Xebatê û herî dawî di nava her du hikûmetên dawiyê yên Merkel de Wezîra Parastinê bû.