19’ê Tîrmehê bû hêviya jiyanek nû (1)

  • 09:22 17 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Dilucan Bozî - Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Di 19’ê Tîrmeha 2012'an de ji bo  Gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû pêngava serketin û meşaleya berxwedanê li hemû deverên welat hat geşkirin. Hêrsa gel ya li dijî desthiladariyê bu lêhiya avê û ber bi azadiyê ve herikî.
 
Pêngava serhildan û şoreşê di dawiya sala 2010 û di destpêka 2011'an de li welatên Ereban yên weke Lîbya, Tunus, Cezayîr, Yemenê hatin dest pê kirin. Ji ber wê navê serhildana gelan weke bihara Ereban hate binavkirin. Piştî demek kurt Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev serhildan weke bihara gelan bi nav kir. Yekem sedema şoreşan weke pirsgirêkên aborî hatin diyarkirin. Lê bi demê re ev serhildana li dijî desthiladariya serokên Dewlet-Netewan hatin kirin û her ku çû pêlên serhildanan gur bûn. Bi giştî di serhildan û şerên di destpêkê de zêdeyî 2,27799 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Desthiladar têk çûn, gel bûn hêza sereke
 
Tehemûla gel ya li dijî desthiladariyê her ku diçû diqediya û kesên ku ji bo serokatiyên wê demê ji aliyên gel ve hatibûn hilbijartin êdî bûbûn hêzên herî destpot û zûlm li ser gel didan meşandin. Ji bo gel bibe xwediyê hêza xwe ya bingehîn li dijî desthiladaran serî hildan û serokên wê demê ji ser textê zûlmê anîn xwarê. Kesên wê demê xwe weke serok bi nav dikirin wiha bûn: serokê wê demê yê Misrê Hisnî Mibarek, yê Lîbiyayê Memer Qezafî, Yê Yemenê Alî Abdullah Salih, yê Tunusê Zeyn El’Ebdîn Bin Alî û serokê Sûriyeyê Beşar El'Esed bûn. Hêza gel hebûna deshilatdaran şikand û gel bû xwediyê vînek azad. Çirûskên şoreşê di destpêka sala 2010 li Bakûrê Sûriyeyê bajarê Reqa di newrozê de agirê serhildana gelan hate pêxistin.
 
Bi 19'ê Tîrmehê Kurdan agirê şoreşê li her derê geş kirin
 
Çirûska şoreşê di sala 2004'an dema li stadyoma Qamişloyê ku 4 ciwanên Kurd, di dema lîstoka Gogê ya piyan de ji aliyê polîsên rejîma BAAS’ê ve hatin kuştin û şûnde li bajarên Kurdan weke Qamişlo, Kobanê, Efrînê, Hesekê û hwk. din li deverên ku Kurd lê diman hatibû pêxistin. Di van serhildanan de bi giştî 30 kes jiyana xwe ji dest didin. Piştî 6 salan bihara gelan li her welatê Ereban û herêmên Kurdan dest pê kir. Gelê Kobanê 4'ê Nîsana 2011'an bi meşek girseyî pîroz dikin û piştî wê amedekariyên şoreşê her ku diçe xurtir dibe di nava gel de. 19’ê Tîrmeha 2012'an cara yekemîn Gelê Kobanê radibe serhildanê û sîstema rejîma BAAS ya heyî têk dibe. Saziyên dewletê yên fermî hemû dikevin destê gel. Êdî pêla serhildanan xurt dibe û ev meşale li bajarên din yên kurdan gur dibin. Bi giştî bajarên kurdan di navbera 19, 20,21,22 û 23’ê Tîrmeha  2012'an de ji serdestiya rejîma BAAS’ê hatin rizgarkirin.  
 
Di şoreşan de jin hêza sereke ye 
 
Bi têkoşîn û berxwedana Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re jinên Kurd bûn hêza sereke ya avakirina şoreşê. Wek ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye." Jinên Bakurê Sûriyeyê xwedî li vê gotinê derketin û pêngavên dîrokî di herêmên rizgarkirî de avêtin. Bi şoreşê re jinan li gelek deveran rêxistinên xwe dan avakirin. Ne tenê bûn xwedî rêxistin di heman demê de bûn xwedî artêşên bi hêz. Li her deverê têkoşîna azadiya civak û jinan dan meşandin.  Jin bûn xwedî nasnameyên azad û îro jî li her deverê Bakur Rojhilatê Suriyeyê jin hêza sereke û dînamîkên di nava civakê de ne. 
 
Ew bûn rêvebirên welatê xwe
 
Di dema desthiladariya rejîma BAAS'ê de Gelê Kurd ê li Sûriyeyê weke çîna sêyem dihate dîtin û nasname ji wan re nedihatin dayîn, heta dema ku nasname bihatibûna dayîn jî yan nasnameya çîna duyem didan, an jî weke ku di fermiyeta dewletê de tune dihatin hesibandin û bi wê awayê nasname ji kurdên vê herêmê re dihatin dayîn. Ji xwe li bajarên Kurdan çandiniya daran, çêkirina xaniyên 4 qat û jêrzemînên malan û hwd. din gelek xal qedexe bûn. Li van herêman nêzikatiyên herî xirab li ser Gelê Kurd dihate meşandin. Piştî avabûna Şoreşê û şûnde gelên li vê herêmê bûn xwediyê vînek azad û hemû pêkhateyan wekhev û bi hev re li ser vê xakê jiyan. Bi derxistina rejîmê re gel bû xwedî hêz û êdî bi xwe bûn rêveberiyên xwe û rêxistinên xwe, artêşên xwe weke YPJ/YPG'ê û QSD'ê ava kirin û bi parastina cewherî xaka xwe ya rizgarkirî parastin. 
 
Pêngavên dîrokî yên 19'ê Tîrmehê 
 
Şoreş mezin bû, serketin misoger bû. Di sala 2003'an de ji bo jiyanek nû û pêşeroja gelekî azad xebatên partîbûnê tên destpêkirin û divê demê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê li darxistin, di heman demê de xebatên rêxistinên jinê tên destpêkirin di 2005'an de Yekîtiya Star tê li avakirin. Di navbera salên 2011 û 2012'an de ciwan xwe weke YXK bi rêxistin dikin. Bi çirûska şoreşê re di 19 Tîrmeha 2012'an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê li avakirin. Di 4’ê Nîsana 2013'an de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tê li avakirin. Di 10’ê Cotmeha 2015'an de jî Hêzên Sûriya Demokoratîk (QSD) tê avakirin. Di 26’ê Şûbata 2016 deyan de Yekîtiya Star xwe fes dike û bi navê Kongra Star xebatên xwe li her deverê berfireh dike. Bi şoreşê re di vê herêmê de ne tenê rêxistinên siyasî hatin avakirin. Zarokên vê axê bûn xwedî dibistanên bi Kurdî, bi zimanê xwe êdî dikaribûn propagandaya xwe bikin. Xeta çapemeniya azad li her deverê pêş ket û gel di hemû aliyan de bûn xwedî hêz. Cara yekem gelê vê herêmê bûn xwediyê hêzên sereke û herêmên berfireh di destê xwe de girtin. Îro jî li van herêmên rizgarkirî hemû gel netew wekhev û bi ziman, çand û olên xwe bi hev re dijîn. 
 
Sibehê: Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê jin bûn xwedî hêza serkeftinê