Li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê binpêkirinên mafan didome

  • 09:19 17 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Zextên li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê her diçe zêde dibin. Xizma girtî Şukriye Engîn di vê mijarê de axivî û da zanîn ku li dijî binpêkirina mafan divê STK û parêzer biçin girtîgehê û divê raya giştî li dijî van tiştên pêk tên bêdeng nemîne.
 
Li Girtîgeha Tipa T ya Osmaniyeyê ku her tim di çapemeniyê de bi nûçeyên zext û îşkencê di rojevê de cih digire, hat hînbûn ku piştî grevên birçîbûnê girtî nehatine dermankirin. Her wiha hat gotin ku her tim cezayên dîsîplînê tên dayîn, cezayên hucreyê tê dayîn, radyoyên girtiyan tên desteserkirin û 3 meh in nameyên wan nadin. 
 
‘Girtî nehatin dermankirin’
 
Şukriye Ergîn destnîşan kir ku kurê wê Faruk Engîn ji doza Nisêbînê 4 sal in li girtîgeha Osmaniyê dimîne û rastî her cureyê îşkencê hatiye. Şukriyeyê wiha got: “Kurê min û girtiyên din piştî ji grevê derketine, birine nexweşxanê lê xwestine bi kelepçê derman bikin. Girtiyan ev qebûl nekirine û şûnde anîne girtîgehê. Niha kurê min çi dixwe vedirêje. Gelek kîlo daye. Niha rewşa wan xerabtire. Di hevdîtina dawî de got rewşa girtiyên ku girane heye. Divê ew jî bên dermankirin. Lê kes ji bo wan tiştekî nake. Ji roja kurê min birine wir tê derbkirin û dikin hucra yek kesî.”
 
‘Zext roj bi roj zêde dibin’
 
Şukranê anî ziman ku radyoyên wan tên desteserkirin, rojname nayên dayîn û wiha got: “Di dema grevan de radyoyên wan hatin girtin. Niha cil-berg û alavên wan jî digirin. Nameyên em dişînin nadin wan. Nameyên wan jî 3 mehan li girtîgehan didin sekinandin. Kî deng derdixejî cezayê hucre û dîsîplînê didin wan. Divê STK û hiqûqnas demildest biçin girtîgehan. Divê hemû rayagiştî li dijî vê bêdeng nemîne. Em deng bidin girtiyên wir.”