Em ji dadgehê edaletê napên: Em Pirsûsê bi zarokên xwe nadin jibîrkirin

  • 09:16 17 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL-Îsmet Şeker yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, kurê xwe li Kobanê winda kiribû û ji ber vê jî dixwest li wir ocaxa tenduristiyê çêbike. Malbata Îsmet, 4 sale li edaletê digere. Keça wî Dîlek Şeker wiha got: “Ez aşkere dibêjim ku ji dadgehê edaletê napêm. Lê em tu car wan ji bîr nakin. Ez ji zarokên xwe re dibêjim ‘Pirsûsê tu car ji bîr nekin.’ Dibe em hîmê wê ocaxa tenduristiyê di pêşerojê de bavêjin.”
 
Endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bûn re pêlîstokan bibin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Pirsûs a Rihayê. Ji bo derkevin rê li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê daxuyanî hat dayîn. Lê di êrîşa bombeya zindî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat 33 kesî jiyana xwe ji dest da. Berpirsên komkujiyê tevî evqas dem derbas bû jî hîna ceza negirtine. Di êrîşê de bi dehan kes birîndar bûn. Têkoşîna malbat û hevalên wan ya edaletê jî didome. 
 
Dixwest ocaxa tenduristiyê çêbike
 
Îsmet Şeker 54 salî bû. Ji bo li Kobanê ocaxek tendurstiyê çêbike diçû. Dîlek Şeker diyar kir ku 4 sale bavê wê ji nava wan koç kiriye lê êşa wî hîna wek xwe ye. Dîlekê wiha got: “Bavê min di temenê ciwan de zewiciye. Bavê xwe di zarokatiyê de winda kiriye. Di xizanyê de mezin bû. 4 zarokên wî hebûn. Birayê min Mustafa Şeker li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li wir şehîd ket. Bavê min xwest biçe Kobanê. Bavê min serî li her derê da. Dixwest li wir ocaxa tenduristiyê veke. Dukana me ya pîdeyê hebû. Em 24 saetan dixebitin. Komek ciwan rojekê hatin dukanê. Gotin tu jî dikarî bê. Bavê min giriya û got ‘bêguman ez alîkariyê didim we.’ Ciwanan got ji bo zarokan alavan kom dikin. Bavê min jî got ez dixwazim ocaxa tenduristiyê vebikim. Piştre hemû bi hev re çûn Navenda Çandê ya Amara.”
 
‘Dozger em guhdar bikirana wê komkujî çênebûna’
 
Dîlekê daxuyakirin ku ji bo bavê xwe kulîlkan diçîne û dibe ser gora wî û wiha got: “Li ser vê komkujiya Gara Enqereyê çêbû. Em wê rojê bi dehan carî çûn ber deriyê dozger. Me got bila canê kesî neşewite, yên vê dikin kî ne kî vana vedişêre. Ger randevu bida me wê komkujiya Enqereyê çênebûna. Navenda Çanda Amara di navbera du qerekolan de bû. Gelo çawa nehat parastin. Divê em tu car Pirsûsê ji bîr nekirin. Ez ji zarokê xwe re dibêjim bila hêrsa te jî dengê te jî Pirsûs be.”
 
‘Em ji bo edaletê li kolanan bûn’
 
Dîlekê destnîşan kir ku piştî bavê xwe winda kiriye, ji xwişka xwe re dayiktî kiriye û wiha got: "Me dayika xwe jî winda kiribû. Piştî bavê min yên piştgirî didan min hevjîn û zarokên min bû. Xwişka min jî hat cem me. Ew êdî keça me ye. Ez demek dirêj hatim dermankirin. 4 sale em têkoşîna edaletê didin. Êşa wî di dilê me de ye. Em di heman demê de li kolanan bûn. Piştî komkujiyê em hemû malbat hatin cem hev. Em bi gotina ‘ xwîna wan wê li erdê nemîne’ derkevin vê rê."
 
‘Kobanê wek zarokê me ye’
 
Dîlekê balkişand ser doza hîna berdewam dike û got gumanbar bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûye, li paldanka xwe rehet rûniştiye û got: “Mirov hîs dikin ku li wir mudaxaleyê wî dikin. Mirov hîs dikin ku wî diparêzin. Bianîna dadgehê wê niha kujer li kolanan tunebûna. Ez aşkere dibêjim ji dadgehê edaletê napêm. Ji ber ku xuyaye ew vedişêrin. Kobanê birayê me tîne bîra me. Ew wek birayê min e. Mustafa ji bo armancekê çû. DAIŞ’ê bi çavsorî mirov dikuşt. Bavê min armanca xwe neanî cih. Dibe ku em bi salan şûnde biçin wir çêbikin. Em dixwazin li Navenda Çanda Amara abîdeyekê çêbikin.”