'Îktidar bi zêdekirina êrîşên ser girtiyan polîtîkayên tolhildanê dike dewreyê'

  • 09:07 17 Tîrmeh 2019
  • Rojane
WAN - Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê  êrîşên li ser girtiyan her roj zêde dibin û ji bo sekinandina êrîş û binpekirina mafên girtiyan dewlet bi tu awayî gav navêje. Der barê di rojên  dawî de zêdebûna êrîşên ser girtiyan de Parlementera HDP’ê Pero Dundar axivî.  
 
Piştî bi dawîkirina grevên birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê zext û êrîşên li ser girtiyan jî zêde bûn. Têkildarî zext û êrîşên ser girtiyên siyasî  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar nirxandin kir. Pero diyar kir ku hikûmet bi êrîşên ser girtîgehan polîtîkayên tolhildanê dixe dewreyê û got ku li dijî vê polîtîkaya hikûmetê ew ê heta dawî têbikoşîn. 
 
‘Îktidar bi êrîşan polîtîkayên tolhildanê dike dewreyê’
 
Pero anî ziman ku ji derbeya 80’an de heta niha zextên li ser girtîgehan bi dawî nebûn û wiha pê de çû;” Di dîrokê de heta niha li girtîgehên Tirkiyeyê  zext û êrîşên giran hene. Ev di dema derbeya 80’an de heta niha heye. Ji ber  ku îktîdara heyî herî zêde bi êrîşkirina  girtîgehan xwe bi hêz dike. Hebûna xwe û nebûna xwe dixwazin li ser girtiyan ava bikin. Li girtîgehan girtiyên kurd herî zêde bi binpêkirina mafan re rû bi rû ne. Ji bo ku girtî dev ji nasnameya xwe ya têkoşer berdin her hewlêdanek tê dayîn lê girtî gav paş navêjin. Li dijî van êrîşan pirî caran berxwedanên girtiyan ên dîrokî ketin rojevê. Çeka girtiyan bedana wan e û di vê berxwedanê de ji encameke pir serkeftî hildan. Piştî dawîkirina grevên birçîbûnê rêbazên êrîşên ser girtiyan ji guherî. Bi taybetî ji her mafekî wan ji wan hate sitendin û bi astengiyên hiquqî re rû bi rû man. Gelek girtiyên ku nikarin di girtîgehan de bimînin hene lê nayên berdan. Îktîdar bi êrîşan polîtîkayên tolhildanê dike dewreyê. 
 
‘Çuyîna girtîgehan ji parlamenterên HDP’ê re qedexe ye’
 
Pero di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi taybetî daxwaza  hevdîtina parlamenterên HDP’ê yên bi girtiyan re tê astengkirin û wiha pê de çû;” Hikûmet bi zêdekirina êrîşan xwe û  îktîdara xwe wisa diparêze. Bêgûman li dijî vê yekê têkoşîneke bêhempa heye. Hevdîtina heta ku hatin û çûyina girtîgehan jî tên astengkirin û her roj bi cezayên dîsîplînê rû bi rû dimînin. Li dijî van pêkûtiyan divê em xeta têkoşînê bi hêz bikin. Ne tenê malbatên girtiyan divê her kesek li dijî vê bisekine. Me pirî caran komîsyonên lêkolînan daxwaz kir lê her tim hate redkirin. Li parlementoyê komîsyona mafê mirovan heye lê ev bi tu awayî peywira xwe neanî cih. Parlamenterên HDP’ê tên astengkirin û destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bi girtiyên siyasî re pêk bînin û her tim tê astengkirin. Berê de parlamenter serbest bûn û diçûn hevdîtinan. Lê niha tiştek wisa tune ye. Bi astengiyan armanc dikin ku pêşiya heqîqetê û derketina rastiyan bigirin.”
 
‘Niha em herî zêde ji bo berdana girtiyên nexweş di nava hewlêdanê de ne’
 
Pero bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku ew herî zêde ji bo berdana girtiyên nexweş di hewlêdanan de ne û wiha got:” Li Îmraliyê 20 sal in polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ev polîtîkaya jî bi destê dewletê ve tê birêvebirin. Polîtîkaya ku tenê li Îmraliyê dihat meşandin niha li hemû girtîgehan tê meşandin. Niha em herî zêde ji bo berdana girtiyên nexweş di nava hewlêdanê de ne. Divê derfetên  ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş pêk bên. Pêşniyarnameyên me her tim ji aliyê AKP û MHP’ê ve tên redkirin. Em bi vê nêzîkbûnê nikarin behsa xweseriya darazê û hiquqê  bikin.”
 
‘Heta ku rastî derdikevin holê em ê têbikoşîn û em ê dev ji têkoşînê bernedin’
 
Pero di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji aliyê hikûmetê ve  girtîgehên pîlot hatin cudakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Niha girtîgehên xweser hene. Mesela gîrtîgeha, Xarpêt, Panos û Bayburt bi taybetî ji bo êrîşkirinê hatine hilbijartin. Bi taybetî jî xeta behrareş pir baş xuya dike. Girtîgeha Xarpêtê hatiye vekirin heta roja me ya îro qet ji rojevê neket. Bi binpêkirina mafên girtiyan û polîtîkayên tecrîtê di rojevê de ye. Herî dawî li Tarsusê êrîşî girtiyekî kirin û parsûyê wî hate şikandin û tedawiya wî nehate kirin. Me ev hemû lêkolîn kirin lê ji bo ku em xwe negihîjîn rastiyan astengî hene. Dema çalakiyên greva birçîbûnê di girtiyan de nexweşiyên mayînde derketin holê. Lê ji bo tedawîkirina girtiyan tu tiştek nehate kirin. Ji bo lêkolînê hîna xebatên komîsyona lêkolînê didome. Bi girtinan û êrîşan çareserî tune ye. Divê civak bi hest tev bigere. Encax dengê gel dikare van êrîşan bi dawî bike. Yan tu yê xwe bêdeng bikî û serê xwe bitewînî yan jî tu dê berxwe bidî heta dawîyê. Heta ku rastî derdikevin holê em ê têbikoşîn û em ê dev ji têkoşînê bernedin.”