'Bi saya pergala Netewa Demokratîk gelê Çerkez çanda xwe zindî dike'
- 09:03 17 Tîrmeh 2019
- Rojane
Silva Ibrahim-Sîbîliya Ibrahîm
MINBIC - Jina Çerkez a bi navê Zehîda Ishaq derbarê çand, huner û komkujiyên ku bi serê gelê Çerkez de hatiye de got:"Hêzên desthildatdar gelê Çerkez bi komkujiyan rû bi rû hiştiye. Ev jî bûye sedema koçberiyê û pirsgirikên mezin. Lê niha bi saya pergala Netewa Demokratîk gelê Çerkez çand û hunera xwe dîsa dijîn û zindî dikin."
Gelê Çerkez di dîrokê de bi dijwarî û komkukujiyan rû bi rû hatine hiştin. Tevî hemû astengiyan çanda xwe ya kevnar parastine. Jina Çerkez a bi navê Zehîda Ishaq a li Minbicê dijî behsa dîrok, çand û komkujiyên ku Gelê Çerkez pê rû bi rû maye kir. Zehîdayê wiha got:"Me di 14'ê Tebaxa 2017'an de li Minbicê Komeleya Çerkezî ava kir. Niha em di çarçoveya pergala Netewa Demokratîk a ku wekheviya gelan diparêzin, xwe bi rê ve dibin."
Zehîdayê di destpêkê de behsa dîroka Çerkeziyan kir û got:"Çerkez ji gelê kevnar e, ji Arî tên û di serdema Somerî û berîya wan de jiyîne. Li Çiyayê El-Qefqas bi cih bûne û li Rûsyayê jî dijîn. Zimanê Çerkezî nêzîke Zimanê Somberî ye. Her wiha bi cil û bergên xwe dişibe xwedawendên Somerîyan. Ev têkiliya gelê Çerkez û Somber a bi hev re nîşan dide. Gelê Somer li herêmên Mezopotamyayê bi çandiniyê dihatin nasîn. Di wam deman de herêmên Çerkez li El-Qefqas Çiyayên cemidî bûn û çandînî lê nedibû, loma ji bo çandinê dihatin herêmên Somer ên li Mezopotamyayê. Têkiliyên bazirganiyê û aborî di navbera Çerkes û Someryan de bandor li çand, ziman û cilên wan kiriye. Ala Gelê Çerkez ya kesk û 12 stêrik li ser hene. Nîşana qebîleyên Çerkezî ye û sê şûr li ser hene nîşana her sê qebîlenên bingehîn in, her wiha şûr dirûşmeya şervanên çerkesî bû. Çerkez ji sê qebîleyên bingehîn tên' El-Edîxa, El-Ebzaya, El-Şabsûx' û ji wan 12 qebîle pêk tên."
'Gelê Çerkez di dîrokê de bi zilm û komkujiyan rû bi rû hatin hiştin'
Zehîde derbarê komkujiyên li ser gelê çerkes pêk hatine de wiha got:"Gelê Çerkez di dîrokê de bi zilm û komkujiyan rû bi rû hatin hiştin. Gelek caran hatine koçberkirin. Gelê Çerkez her sal meha gulanê wekî meha reş bi nav dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Koçberkirin û komkujiya li ser gelê Çerkez di dîrokî de sûc e. Ev sûc bi destên Rûsan pêk hat. Di encamê de bi dehhezaran kes hatin qetilkirin û dora milyon û nîvek Çerkez jî hatin koçberkirin. Dema gelê Çerkez koçber kirin wan li herêmên cûda bi cih kirin ji bo nebin yek û hêzeke xwe ya xurt ava nekin."
'Niha êdî zarokên Çerkez li gor çanda xwe mezin dibin'
Zehîde di heman demê de bal kişand ser çanda Çerkezî û got: "Mirov bi çanda xwe tê naskirin. Tevî gelek netewên din xwestin çanda xwe li ser me ferz bike dîsa jî me dev ji çanda xwe berneda. Bandora neyînî ya çeteyên DAÎŞ'ê jî li ser me çê bû. Çimkî wan ji xwe re qirkirina çand û hunera gelan esas girtibû. Lê îro bi saya projeya Netewa Demokratîk em çanda xwe diparêzin û zarokên xwe li ser vê çandê mezin dikin. Bi taybet Komeleya Çerkezî ya di projeya Netewa Demokratîk de dibe sedem ku zarokên Çerkezan li gor çanda xwe mezin bibin. Niha êdî zarokên Çerkez li gor çanda xwe mezin dibin."
Girîngiya 17'ê Nîsanê
Her wiha Zehîde bal kişand ser girîngiya roja 17'ê Nîsanê ya ji bo gelê Çerkez û got: "Di roja 17'ê nîsanê de tevahî Çerkez ên li Sûriyeyê li cihekî kom dibin. Ev roja tê wateya hevgirtina Gelê Çerkez. Di vê rojê de Gelê Çerkez stranan dibêjin, dîlana li gor çanda xwe dikin û xwarinên xwe yên gelêrî çê dikin.
Di dîroka Gelê Çerkez de taybetmendiya jinê
Zehîdayê bi lêv kir ku jinên Çerkez di dîrokê de cihekî taybet digirin û wiha domand:"Jin di civaka Çerkezan de xwedî roleke taybet û girîng e. Jin azad in û dikarin nêrînên xwe bînin ziman. Mafê jinê yê kar û rêveberinê heye. Di çanda Çerkezî de pirzewacî zû bi zû pêk nayê. Di dîrokê de dema şerek çê biba û jina Çerkez şala li ser çavê xwe rakira ew şer disekinî."
Jiyana Çerkezan a li Minbicê
Zehîde di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî bajarê Minbicê di 15'ê tebaxa 2016'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, Gelê Çerkez jî di Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk ya Bajarê Minbicê û gundewarên wê de cih girt. Her wiha tevlî komîte û meclîsan bûn. Bi taybet jinên Çerkezî rolek girîng di pergala hevserokatiyê, pêşxistin û birêveberina rêxistina saziyên jinan de, lîstin. Ji bo li Minbicê Gelê Çerkez çanda xwe ya kevnar biparêzin di 14'ê Tebaxa 2017'an de Komeleya Çerkezî hat avakirin."