'Divê di nav siyaseta Sûriyeyê de beşdarbûna jinê xaleke esasî be'
- 13:50 16 Tîrmeh 2019
- Rojane
Roj Hozan
BEYRÛD- 2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" îro jî bi mijarên cuda didome. Jinên beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku bê nêrîna jinê pirsgirêk nayên çareserkirin û dê bibin pêşengên civakê.
2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" li Beyrûdê îro ji didome. Şandeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Buroya Jin a MSD'ê, Kongreya Star û Partiya Sûriyê Pêşerojê, Rêxista Jinan ên Sûriyî yên Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk (CCSD), Komeleya Mirovan (CL), Kombûna Jinên Sûriyê yên Demokratîk (CSWD), Komeleya Jinên Sûriyê yên Aştiyane (SWFP), Rêxistina Jin a Hîvos beşdarê kongreyê bûn. Jinên Sûriyeyê û Lûbnanê li ser rola û misyona jinê ya di qada siyasetê de û afirandina aştî û aramiyê nêrînên xwe anî ziman.
Beşdarbûna jinê a qada siyasetê
Di roja yekem de siyasetmedarên jin di 4 maseyan de mijarên wekî li ser peydakirina rewşeke guncaw ku jin bikaribe beşdarî tevger û xebata siyasî bibe, li ser zehmetiyên tevlîbûna jinan a siyasetê, nîqaşkirina herdu maseyan û herî dawiyê jî li ser encamên nîqaşên raporek hat amadekirin.
Jinên siyasetmedar di roja duyem de ji bi 4 maseyan dê li ser xala beşdarbûna jinê ya di hilbijartina Sûriyeyê, rola civaka sivîl û beşdarbuna jinê a qada siyasetê, nîqaşên van herdû xalan bên komkirin û bên nirxandin û di dawiya rojê de ji raporeke hevbeş ji encamên nîqaşan bê derxistin. Her wiha di van nîqaşan de şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hebûn û der barê mijaran de nêrînên xwe anîn ziman.
'Di nav pergalê de xweserbûna xwe ava kirin'
Endama Şandeya Meclîsa Sûriyêya Demokratîk (MSD) Nûjîn Efrîn, îro di kongreyê de bal kişand ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser û wiha got: "Jin, di nav hilbijartinan de pergala hevserokatiyê ya ku li herêmê bi beşdarbûna tevahî netewan tê meşandin roleke sereke dilîze. Jin di nav pergala hevserokatiyê de maf û hebûna kesayeta xwe mayinde dike. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekhevî û demokrasî heye. Heye asteka bilinde, jin destkeftiyên xwe parastiye û wekî siyasetmedar, şervan, afrînera jiyanê, di qadên wekî aborî de û di nav pergalê de xweserbûna xwe daye avakirin. Em dixwazin vê pergalê bi tevahiya ji jinên Suriyeyê re bidin nasin. Bi rengekî demokratîk bi hev re bijîn û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."
'Em ê bibin pêşengên civakê'
Endama Kongreya Star Henan Osman ji di kongreyê de qala hilbijartinên ya dema pêş a li Sûriyeyê pêk bê kir û wiha axivî: "Xala herî esasî jî a ku em nîqaş bikin, hibijratinên ku di dema pêş de li Sûriyeyê pêk bê bikin. Em ê çiqas bikarin ku nêrînên jinê di hilbijartina Sûriyeyê de li pêş bixin, çiqas xebatên xwe bidin meşandin. Divê erdnîgariya Sûriyeyê em nêzî hev bikin ku bi nerînên hevbeş bighijin armancên xwe û ji tecrûbeyên Rêveberiya Xweser sûde bigirin. Em jin xwedî bi biryarin di aliyê parastinê de, bi bawerî û vîna xwe em ê civakê re bibin pêşeng û temsîliyetê pêk bînin. Ji bo beşdarbûna jin û biryardayîna wê xalek asasî be di nava qada siyaseta li Sûriyeyê. Bê nêrîna jinê pirsgirêk nayên çareserkirin û wê her di asta kûrkirina qirîzê de bimîne."
2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" bi nîqaşên din didome.