Ji bo cenazeyên 44 roj in li cihê operasyonê tên sekinandin malbatan serî li ÎHD'ê dan
- 13:07 16 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Di 3'ê Hezîranê de di encama pevçûna li Kuçeya Bayirli ya Licê 5 HPG'yîyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo cenazeyên ev 44 roj in li erdê tên sekinandin malbatan serî li ÎHD'ê dan.
Di 3'ê Hezîranê de di encama pevçûna li Kuçeya Bayirli ya Licê 5 HPG'yîyan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ferhat Kocakaya (Rizgar Amed) yê HPG'yî piştî operasyonê hatibû girtin. Lê cenazeyên Îbrahim Çelik (Mahir Andok), Abdullah Turhan (Rêber Amed), Omer Demir (Serhildan Mazî) û Yusuf Kayran (Zinar Akro) ev 44 roj in li cihê operasyonê tên sekinandin. Ji bo cenazeyên 44 roj in li cihê operasyonê tên sekinandin malbatan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun serîlêdana malbatan li ser medyaya civakî parve kir û wiha got:"Malbatan ji bo naaşên PKK'yan ên ku ev demeke dirêj e li qada operasyonê tên sekinandin serî li komeleya me dan. Hîn me bersiva serîlêdanên hiqûqî negirtine. Radestkirina cenazeyan ji xeynî hiqûqê hewcedariya wicdanî ye."
Her wiha di wêneyên ku malbatan li qada operasyonê kişandibûn xuya dikir ku beşek mezin a cenazeyan nedihat naskirin.
Malbatan berê jî serî li Baroya Amedê û li gelek rêyên hiqûqî dabûn lê encam negirtibû.