SAMER: Li herêmê di nav 3 salan de 349 zarok ducanî bûn

  • 12:41 16 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li herêmê der barê welîdina zarokan de xebata xwe aşkera kir. Li gorî xebata ku hatî kirin 349 zarok hêj di 15 saliya xwe de zarok aniyê dinê û ev tişt tê wateya îstîsmarkirina zarokan. 
 
Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî (SAMER), welidîna di temenê biçûk de kir mijara xwe û  xebatek da destpêkirin. Encama xebata xwe raya giştî re parvekir. Xebat li ser daneyên Dezgeha Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) ya salên 2015 û 2018'an sûd hatiye girtin. 20 bajarên li herêmê 349 zarok hêj 15 salî  biçûktir zarok anîne dinê. 
 
Li gorî xebatê, di navbera salên 2015 û 2018'an, li Agiriyê bi tevahî 7 hezar 721 ango ji sedî 12,82, li Mûşê 5 hezar 359 ango ji sedî 12,28 û li Qersê ji 2 hezar 673 ango ji sedî 11,71 zarok hêj di temenê 15 û 19 salî de zarok anîne dinê. Li gorî daneyan herî zêde li Agirî, Mûş û Qersê zarok di temenê xweyî biçûk de ducanî dibin. 
 
SAMER'ê di xebatên xwe de bal kişand daneyên zarokên ku di temenê 15 salî de zarok anîne dinê û wiha hat gotin: "Li gorî daneyên salên 2015 û 2018'an a TUÎK'ê, li Colemêrgê ji sedî 0,08 ango 19, li Qersê ji sedî 0,07 ango 15 û li Îdirê jî ji sedî 0,05 ango 8 zarok di temenê 15 salî de zarok anîne dinê."
 
Li gorî daneyan 349 zarok hêj di 15 saliya xwe de zarok anî dinê û her wiha 35 hezar 258 zarok jî hêj di temenê 16 û17 saliyê de bi zorê hatine zewicandin. SAMER, bal kişad daneyan û da zanîn ku ev tişt tê wateya îstîmariya zarokan û divê tedbîr bên girtin.