Cenazeyê Nûpelda radestî malbata wê hat kirin
- 12:19 16 Tîrmeh 2019
- Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê Nûpelda Guloglu ya çar salî dema bi birayê xwe Ayaz Guloglu yê 8 salî pez diçêrand di encama teqîna mayinê de bi giranî birîndar bûbû. Cenazeyê Nûpeldaya ku jiyana xwe ji dest da radestî malabata wê hat kirin.
Li Mezraya Çakilyaylayê ya Gundê Bilgeça Navçeya Ovacika Dêrsimê Nûpelda Guloglu a 4 salî û birayê wê Ayaz Guloglu yê 8 salî dema pezê xwe diçêrandin mayin bi wan teqiya bû. Di encama teqîna mayinê de Ayaz Guloglu jiyana xwe ji dest dabû û Nûpelda Guloglu jî bi giranî birîndar bûbû. Nûpelda ya ku rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê jî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê birin morgê.
Piştî otopsiyê cenazeyê Nûpelda radestî malbata wê hat kirin. Dê cenazeyê Nûpelda li Dêrsimê bê definkirin.