Piştî 33 rêwiyên xeyalan 4 sal: Wê têkoşîna me bidome

  • 09:14 16 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Ciwanên SGDF’î yên ji Pirsûsê pêlîstok dibirin ji zarokênKobanê re, rastî êrîşa bombeyî hatin û di ser êrîşê de 4 sal derbas bûye. Di komkujiya 33 kesî jiyana xwe ji dest da, wêneyê du jinên bi destê hev girtibûn û li erdê dirêjkiribûn bû sembol. Gokçe Çetîn ya di kareya wêne de cih girtibû, diyar kir ku divê sûcdar bên cezakirin û got ew ‘terorîst’ hatine îlankirin, lê ew tu car dest ji têkoşînê bernadin.
 
Endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bûn pêlîstokan bibin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Pirsûs a Rihayê. Ji bo derkevin rê li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê daxuyanî hat dayîn. Lê di êrîşa bombeya zindî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat 33 kesî jiyana xwe ji dest da. Berpirsên komkujiyê tevî evqas dem derbas bû jî hîna ceza negirtine. Di êrîşê de bi dehan kes birîndar bûn. Têkoşîna malbat û hevalên wan ya edaletê jî didome.
 
‘Em welatiyên vî welatî ne’
 
Yek ji kesên birîndar bûbû Gokçe Çetîn bû. Wêneyê wê  û Çagla Seven bûn sembol. Gokçe Çetîn, banga xwedîderketina li dozê kir û tiştên jiya vegot. Gokçe diyar kir ku wan pêlîstok dibir ji zarokan re û wiha got: “Em mirovên vî welatî ne. Em ne biyaniyên vî welatî ne. Me hewl da em ji bo kesên bindest destê xwe dirêj bikin. Em dev ji berxwedana xwe bernade. Em li vir in û gelek kes li vir in.”
 
‘Min wek mamosteyekê xwest biçim’
 
Gokçeyê destnîşan kir ku piştî ji zanîngeha Çanakkaleyê mezun bûye xwestiye biçe Kobanê û wiha got: “Me xwest em biçin cem zarokan. Di nav me de yên çûbûn konbajaran hebûn. Em ji tecrubeyên wan tişt fêr bûbûn. Piştî kampanya hat bihîstin jî em hatin cem hev. Ez Kurdî, Erebî û Îngîlîz nizanim. Tenê Tirkî dizanim. Min got wê hinek tişt xweş bin. Min xwest ez ji bo zarokan hinek tiştan bikim. Min wek mamosteyekê xwest biçim wir.”
 
‘Dûrbûn nedihat hişê me, em bûbûn malbat’
 
Gokçeyê bi lêv kir ku ji bo wan rojeke bi hêvî bû û wiha berdewam kir: “Em beriya biçin Pirsûsê li Stenbolê hatin cem hev. Me ji bo zarokan mama, bez, cil û ber, pêlîstok, pirtûk û boyax girt. Me alavên xwe bar kir. Gelek kesên hev nas nedikirin di otubusê de hebûn. Lê fikra wan yek bû. Her kes bi samîmî diaxivî. Henek dikirin û dikeniyan. Dûrbûn nedihat hişê me. Em bûbûn malbatek.”
 
‘Ez nikarim wê êşê vebêjim’
 
Gokçeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em heta gihaştin Pirsûsê me gelek hevaltî danîn. Em bi kelecan bûn. Em gihaştin Pirsûsê. Me daxuyaniyek da. Ez li dawî bûm. Ez cara yekem çûbûm Pirsûsê. Min bi mereq li dora xwe dinihêrt. Dema daxuyaniyê min got ez biçim çenteyê xwe bigirim. Piştre min got bila daxuyanî biqede ez biçim. Di wê navberê de teqîn çêbû. Ez bi awayekî tund ketim erdê. Min hîs kir ku ez dişewitim. Ya rastî jî ez şewitî bûm. Tê hişê min ez bi dengekî mezin diqêriyam. Ew êş nayê vegotin. Nikaribûm ji erdê rabim. Min her tişt dît û dibihîst. Mirov diqiriyan. Dar dişewitîn. Piştî teqînê gotin wê teqînek duyem jî bibe. Her der reş bûbû. Ji dûr me TOMA û wesayîtek akrebê dipa. Rê girtibûn. Nedihiştin ambulans bên. Mirovan digotin rê vebikin. Gelek kes li erdê bûn. Hevala Çagla ligel min bû. Wê jî bawer im alîkarî dixwest, destê xwe rakir û min destê wê girt.”
 
‘Weke ku qiyamet rabûbû’
 
Gokçeyê destnîşan kir ku hinek hevalan gotiye bisekinin, hevalên girantir birîndar hene û wiha got: “Lingê min dihejiya. Min got gelo jêbûye, an wê jêbe. Ji bo fêm bikim min hewl da. Xwîn jê diçû. Piştre ambulans hat. Peywirdarekê ambulansê got ‘yê bombe teqand ji we bû’. Bêguman ne ji me bû. Hemû kesî hev nas kiribûn. Em bi xeyalan ketibûn rê.”