ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 16 Tîrmeh 2019
- Rojev
* Jina ku bi keda destên xwe debara xwe dike û li ser piyê xwe disekine anî ziman ku jin bi xebatê bi hêztir dibe. Jina bi navê Rîham Keko ya ku li Dikana bi navê Hêlîn dixebite bi lêv kir ku dema ew dixebite xwe baştir hês dike û wiha got:"Li Rojavayê Kurdistanê jinê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad gelek mafê xwe bi dest xistin. Niha em jî wekî jin hewl didin ku bi saya xebatê gelek mafên xwe bi dest bixin. Çimkî dema ku di warê aboriyê de em li ser piyan nesekinin em ê nikaribin têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE
*Santrala termîkê ya aydê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, hat zanîn ku ew ê li Silopiyayê 5 santralên termîkê çê bikin. DÎMEN HEYE
*Saziya Aboriya Jinê li Qamişloyê projeya 'Lavîn' a dikana cilan ji bo pêwîstiyên tevahî jinan vekir. Endama Aboriya Jinê Şêrîn Emîn derbarê xebatên xwe de destnîşan kir ku jin bi aboriyê vedigere dîroka xwe, xwediyê xwe û keda xwe derdikeve û got:"Geşkirina aboriyê dibe sedema gelek pêşxistinan ên ber bi çav. Ji bo em her dem li ser piyên xwe bimînin aborî pêwistiyek girîng e."DÎMEN HEYE
* Çavkaniya ava Geliyê Avasipî ya ku di navbera riya Nisêbîn-Mîdyatê de ye û hewcedariya ava herêmê peyda dike, ji ber kanalên kişandinê cihên din ava wê roj bi roj kêm dibe. Xwediyên erdan diyar kirin zehmetiyan dikşînin û berhemên wan hişk dibin. DÎMEN HEYE
*Hulya Karataş ya li Mala Manti dixebite, diyar kir ku divê jin li dijî zehmetiyan bêdeng nemînin û wiha got: “Her jina dixebite hinek din pêşdarazan dişkînin. Malbata min ya ewil li pêş min bû asteng niha bi xweşbînî li xwişk û birayên min dinêrin. Ev ji bo min serbilindiyeke.” DÎMEN HEYE
*Ciwanên SGDF’î yên ji Pirsûsê pêlîstok dibirin ji zarokênKobanê re, rastî êrîşa bombeyî hatin û di ser êrîşê de 4 sal derbas bûye. Di komkujiya 33 kesî jiyana xwe ji dest da, wêneyê du jinên bi destê hev girtibûn û li erdê dirêjkiribûn bû sembol. Gokçe Çetîn ya di kareya wêne de cih girtibû, diyar kir ku divê sûcdar bên cezakirin û got ew ‘terorîst’ hatine îlankirin, lê ew tu car dest ji têkoşînê bernadin. DÎMEN HEYE
*Berdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkîldarî pêvajoya Tirkiyeyê û siyaseta HDP’ê ya Demokratîk nîrxandin kir. DÎMEN HEYE