SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
- 16:26 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Weqfa SETA ya bi rapora xwe ya rojnamegerên muxalîf kir hedef ket rojê vê carê jî pirtûkeke Kurdên li Ewropa dijîn dike hedef weşand.
Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ya bi raproa xwe ya rojnamegerên mûxalîf kir hedef ket rojê, vê carê jî Kurd, dost, sazî û dezgehên wan ên li Ewropayê kir hedef.
SETA'yê di pirtûka amade kir de, nav, wêne û adresên rêveber û saziyên Kurdan, dost û piştevanên wan ên Tirk û Ewropî yek bi yek nivîsandin û hedef nîşan dan.