Li Amedê şahiya ciwanan pêk tê

  • 16:25 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” dê sibêhê şahiyek li dar bixe û banga beşdariya şahiyê kir. 
 
Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwanên ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibêhê dê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” şahiyek li dar bixin. Şahî dê saet di 18.00’an de li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk were. Di şahiyê de Koma Pel,  hunermend Adil Aslan û Koma Dengê Amara derkevin ser dikê. 
 
Parlamentera HDP’ê ya ciwan Dersim Dag banga beşdariya mîtîngê kir û wiha got: “Me di 11’ê hezîranê de li dijî polîtîkayên li ser ciwanên kurd pêngavek da destpêkirin. Em dixwazin bi vê pêngavê polîtîkayên asîmîlasyonê û dejenerebûnê rawestînin û têbikoşin. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanan dikin ku beşdarî şahiyê bibin.”