Soza ku Şaredariya Gel dabû Gelê Navçeya Til Temirê îro pêk tîne

  • 13:37 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ- Piştî gazinên hemwelatiyên Navçeya Til Temirê, Şaredariya Gel dest bi sererastkirina riyan kiri. Endezyara Şaredariyê Resmiya Fetah got:"Ji ber lehî û giranbûna barkirinê gelek riyên Navçeyê zirar dîtine û niha me dest bi sererastkirina wê kiriye."
 
Ji ber lehî, barana zêde, rewşa hewayî û giranbûna barkirinê riyên Navçeyê û kolanên wê zirar dîtiye. Gelê Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê gazin dikirin û soza ku Şaredariya Gel dabû wan îro pêk tîne. Nêzî heyvekê ye Şaredariya Gel dest bi sererastkirina riyan kiriye. Gelek riyên tax, komîn û kolanên giştî her wiha pirên ku ji ber lehiyê xirab bûbûn çêkirine, lê projeya xwe bi dawî nekirine û dewam dikin.
 
'Ji ber lehî, barana zêde û giranbûna barkirinê rê ji xizmetê derketin '
 
Endezyara Şaredariya Gel a Til Temirê Resmiya Fetah  got ku gel her dem gazin dikirin, lê derfetên me kêm bûn  niha em pirsgirêka wan çareser dikin û wiha pêde çû: "Gelek riyên Navçeyê ji ber baranê û lehiya ku di demsala zivistanê de rabû, zirar dîtin û ji xizmetê derketin. Gel gazin dikirin lê derfetên me jî kêm bûn. Niha dê hemû riyên Navçeyê bi tax, kolan û gundewarê wê werin sererastkirin û pirsgirêkên gel dê were çareserkirin."
 
'Gelek rê hatin çêkirin û proje dewam dike'
 
Resmiyayê derbarê projeya çêkirina riyan bi rê ve dibe wiha got:"Rêjeya Qîrê ku ji Navçeya Til Temir û gundewarê wê re hatibû diyar kirin bi hezaran ton bû.  Li gorî riyên ku zirar dîtine û asta kevin û nûbûna qîrê me rêjeyek jê re diyar kir. Kolanê ku me sererastkirine evin: Komîna Ş.Îvana Hoffman, Komîna Ş.Viyan Cûdî,Kolana Ş.Qendîl, Pirê di navbera Til Temir û Helebê de jî hatiye sererastkirin û niha jî me dest bi riya giştî kiriye û riya bazara Hal û Kolana Filestîn dê werin sererastkirin."
 
Hêjayî gotinê ye ku êdî barê gel sivik dibe û bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya zivistanê dê bikin bêyî metirsiya ji golên avê û rabûna lehiyan li kolanan.