Li Êlihê heta 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
- 13:27 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÊLIH - Walîtiya Êlihê, hemû çalakiyên ji derveyî çalakiyên saziyên fermî ji bo 15 rojan qedexe kir.
Walîtiya Êlihê, di navbera 15 û 29’ê Tîrmehê de, ji derveyî çalakiyên sazî û dezgehên fermî, hemû çalakiyên din qedexe kir. Walîtiyê diyar kir ku ji bo çalakiyên bên lidarxistin jî divê destûr bê girtin.