Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlasê hat avakirin
- 13:25 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÛGLA - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas a avakirina xwe îlan kir, got: “Em soz didin ku em ê li dijî polîtîkayên jenosîda çandî, hişmendiya serdest û talankirina ekolojiyê derkevin.”
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mîlas a Mûglayê avakirina xwe îlan kir. Li avahiya partiyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Misra Acar li ser navê ciwanan daxuyanî da. Misra, diyar kir ku li dijî gelê Kurd jenosîda çandî, polîtîkayên pişavtin û teslîmgirtinê dewam dikin û wiha got: “Li cihên ku ciwanên Kurd pir zêde lê dijîn, tiryak, dejenerebûn û polîtîkayên şerê taybet zêde dibin.”
Misra, bal kişand ser rola ciwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rol û mîsyona dîrokê ya ciwanan baş tê zanîn. Di welatên tên qezenckirin de, ciwan xwedî rolê guhertin û veguhertinê ne. Ji bo me ciwan temînata avakirin û tunekirinê ne. Divê ciwan hêviyan vale dernexin û rolê pêşengtiya civakê bigirin ser milên xwe. Em soz didin ku em ê li dijî polîtîkayên jenosîda çandî, hilmendiya serdest û talankirina ekolojiyê derkevin. Ji bo vê yekê em Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlasê îlan dikin.”