'Şoreşa 19'ê Tîrmehê çirûska 14'ê Tîrmehê ye'
- 13:24 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, li Hesekê civîn ji gel re hat lidarxistin. Di civînê de wiha hat gotin: "Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket û dawî li DAIŞ'ê hat."
Bi armanca bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, li Til Temira Hesekê civîn ji gel re hat lidarxistin. Bi armanca bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, bi sedan ji şêniyên Navçeya Til Temirê beşdarî civînê bûn. Kurd, Ereb û Aşûriyên li Saziya Malbatên Şehîdan di civînê de amade bûn. Di civînê de Endamê Meclisa Federal a Kantona Qamişloyê Mezlûm Yûsif axivî.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê Endamê Meclisa Federal a Kantona Qamişloyê Mezlûm Yûsif berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anî û wiha got: "Dîrok bi navê Mezlûman hatiye nivîsandin. Têkoşerên azadiyê ku di riya azadiya gelê xwe de têkoşiyan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de navê xwe nivîsandin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bingeha xwe ji 14'ê Tîrmehê digire."
Mezlûm wiha bi dawî kir: "Tirkiyeyê ji dîrokê ve bi hovitî, dagirkerî û faşîzma xwe hatiye naskirin. Têkoşerên 14'ê Tîrmehê li dijî faşîzmê li berxwe dan. Şoreş pêk anîn. Em ê di rêya vê şoreşê de her li berxwe bidin."
Piştî axaftinan û pirsên beşdarvanan civîn bi dawî bû.