Bi biryara qeymeqam Kampa Zarokan a Havînê hat girtin
- 12:13 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Qeymeqamiya Navçeya Madenê Kampa Zarokan a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokan li Gola Hazarê ava kiribû, bi hinceta kêmasiyê wê hene û nehatine temamkirin girt. Zarokên li kampê bûn, kampa xwe di nîvî de hiştin.
Qeymeqamê Navçeya Madenê ya Xarpêtê, Tesîsa Kampa Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokan li Gola Hazarê ava kiribû, bi hinceta 3 sal berê kêmasiyên wê hatine tespîtkirin û ev kêmasî nehatine çareserkirin biryar da ku kampê bigire. Qeymeqamê bi sedema kêmasiyê kampa zarokan a li Gundê Gezîn a tenişta Gola Hezarê ye nehatine temamkirin biryar da ku bê girtin. Qeymeqam, bêyî ku pêvajoya Qeyûmê Şaredariya Amedê Cumalî Atilla, ye ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatibû tayînkirin li ber çavan bigire û di serdema Qeyûm Cumalî Atîla ya salên 2017 û 2018'an de organîzeya Kampê bibîne, 3 sal berê kir hincet û biryara girtinê da. Piştî biryara qeymeqam esker çûn kampê û kampa zarokan mohr kirin.
'Helwesteke dûrî cidiyetê ye'
Têkildarî biryara qeymeqamiya Madenê, şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand û anî ziman ku der barê vê yekê de tu agahdarî ji wan re hatiye kirin û wiha hat gotin: "Şaredariya me ji 16'ê nîsana 2019'ê ve ji bo aliyên desteng ji vê tesîsê sûdê werbigirin hewldaneke mezin daye ber xwe. Tamîratên ku di dema qayim de nehatiye kirin, hatiye kirin û kêmasiyên dezgehê hatine çareserkirin û bo xizmetê hatiye amadekirin. Lê balkêş e piştî roja Hevserokê me serdana kampê kirî, bi terzê biserdegirtinê daxistina vê tesîsê helwesteke dûrî cidiyetê ye. Ev kirin, bêyî xwe li benda saeta mesaiyê bigirin û bêyî xwe li rayedaran bigirin hatiye pêkanîn, bi hiqûqî ev kiryar seqet e. "
'Dê serlêdan sûc bikin'
Di daxuyaniya şaredariyê de hat diyar kirin ku nêzî 900 zarokên ku Amedî hatibû plankirin havînê geşta vê kampê bikin, xeyalên wan şikest û daxuyaniya nivîskî wiha bi dawî bû: "Mafê tu kesî nîn e xeyalên zarokan bişkênin. Ji bo parastina mafên zarokan Şaredariya Me dê serî rêyên hiqûqî bide û ji bo sererastkirina vê biryarê. Her wiha dê der barê van kesên ev kiryar pêk aniye serlêdana sûc bikin."