8 jin li Efrînê hatin revandin

  • 09:11 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Kiryarên dewleta Tirk li ser Kantona Efrînê berdewan dike. 8 jin li Efrînê hatin revandin.
 
Li gor çavkaniyên herêmî li Efrînê jin û mêr tên revandin. Di hundirê navenda Efrînê de 12 kes hatin revandin ji wan 8 jin in, lê tenê navê jinekê hat naskirin ew jî Erbîl Hesen a 18 salî ya ji gundê Keferdelê ya girêdayî navçeya Cindirêsê ye. Erbîl di 25-06-2019 hatiye revandin, malbat  her li keça xwe digeriyan, lê komên li Efrînê gefên kuştin û revandinê li malbatê dida ferzkirin ger carek din li keça xwe bigerin.
 
Her wiha  li gundê Keferdelê ya navçeya Cindirêsê kesa bi navê Ebdulrehman Hesen a 60 salî  li gor çavkaniyan ?dan diyarkirin komên li Efrînê Ebdulrehman Hesen li piş tirektorê girê dane û li derdorê gund gerandine û bi giranî birîndar bûye. Rewşa wê niha giran e.Di heman demê de du birayên bi navê Umer Xilo û Mistefa Xilo hatin revandin.Umer ê 35 salî bi xwe hunermendek bû di şahî û dewetan de stran digot.
 
Her wiha li got çavkaniyên herêmî li navçeya Şiyê jî mêrekî bi navê Şiyar Elîko yê 35 salî  hat revandin. Her wiha li Gundê Serîncekê yêr navçeya Şera jî du mêr hatin revandin. Yek ji van mêran navê wî Mustafa Kemal e û ji hêla Siqur Al Şam ve hatiye revandin.