‘Gelê Hatayê tehdîdek mezin hîs dike’

  • 09:06 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HATAY - Rêvebera HDP’ê ya Hatayê Dîlek Kaplan diyar kir ku li Reyhanli ya ku bûye yek ji navendên komên cîhadê, gel xwe di bin tehdîdek mezin de hîs dike û got aboriya navçeyê ketiye destê çeteyan û wiha got: “Tiştên tên jiyîn gel dike fikaran. Gel bi rehetî dibîne ku DAIŞ li Reyhanli bi cih bûye. Ev rewş jî li saziyên fermî nayên ziman.”
 
Li navçeya Reyhanli ya Hatayê sê roj berê li cihê ku komeleya ku hat gotin ya alîkariya mirovahiye, teqîn û şewat pêk hat û dîsa di 6’ê Tîrmehê de teqînek di wesayîtê de pêk hat. Van bûyeran, bûyera ku di 2013’an de li wir pêk hat û 52 kesî jiyana xwe ji dest da bi bîr xist. Li aliyê din li Reyhanliyê ji bo endamê DAIŞ’ê Abdulbasît El Sarut merasîma cenaza girseyî pêk hat û bi vê aliyê xwe jî di rojevê de cih digire. Ji ber geşedanan gelê Hatayê ji nêz ve bi bandor dibe.
 
‘Jiyan civakî-aborî tehdîd dike’
 
Rêvebera HDP’ê ya Antakyayê Dîkek Kaplan da zanîn ku bi şerê Sûriyeyê re hemû çav li Hatayê ne û wiha got: "Bi taybet jî Reyhanli nêzî sînor e û ketin û hatin tehdîdên mezin çêdike. Reyhanli navçeyeke ku DAIŞ’ê lê bi cih bûne û xwe rêxistin dike tê nasîn. Ev rewş jî bi gel re rê li ber fikaran vedike. Gelên li vir dijîn her tiştî dibînin. Lê ev rewş li saziyên fermî nayên ziman. Li Reyhanli gel nemaye. Koç kirin.Aboriya wê jî di destê çeteyan de ne."
 
‘Elewî û jin di bin tehdîdek mezin de ne’
 
Dîlekê daxuyakirin ku goleke turîstîk a navçeyê heye, gel wir wek qada seyrangehê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Dema cara dawî çûm li alî Sûriyeyê min alên DAIŞ’ê dîtin. Min nexwest carek din biçim heman rewşê bibînim. Elewiyên li vir dijîn di bin tehdîdê de ne. Ji bilî kesên piştgiriya digirin. Bi êrîşên dawî re esnaf pirsgirêkên cidî dijîn. Jiyana civakî- aborî ya Hatayê tê tehdîdkirin. Bi taybet jî jin ji êrîşan bi bandor dibin. Di rojên borî de fabrîkayek teqeiya û agahiyên şewatê derketin. Li gorî min ev ne bûyereke ji rêzê ye. Girêdayê êrîşan e.”