Dayika Berfîn Ozek: Ez dixwazim kujer cezayê herî giran bigirin
- 09:05 15 Tîrmeh 2019
- Rojane
HATAY - Berfîn Ozek li Hatayê rastî êrîşa bi asîtê hat û hemû ruyê wê şewitî çavekê xwe winda kir. Dayika wê Zeynep Ozek diyar kir ku divê kujer cezayê herî giran bigire.
Li navçeya Îskenderun a Hatayê jina ciwan Berfîn Ozek di şeva 15’ê Çile de dema ji fêrgehê derket û diçû malê rastî êrîşa bi asît ya Ozan Çeltîk hat. Berfîn ya 3 mehan li Edenê hat dermankirin, di encama êrîşê de çavê xwe yê rastê winda kir, çavê çepê jî ji sedî 50 dibîne. Berfîna ku doktoran got, oksîjen naçe mêjiyê wê û wê bimire, vegeriya jiyanê. Li welat ji bo Berfînê kampanya hatin destpêkirin. Jinan piştgirî dan Berfînê û ji bo emelyet bibe têkoşîn dan. Dewletê ji bo emelyata ku di statuya estetîkê de bû piştgirî neda. Wezareta Tenduristiyê got wê lêçûnên emelyetê bide. Dermankirina Berfînê ya li nexweşxaneyeke taybet ya li Bodrumê didome.Doza li Casim Ozan Çeltîk hat vekirin jî rûniştina wê ya ewil di 4’ê Tîrmehê de hat dîtin û doz taloqî 3’ê îlonê hat kirin.
Dayika Berfînê, Zeynep Ozek, der barê rewşa Berfînê û pêvajoya dadgehê de axivî. Zeynebê got cezayên li kujerên jinan tên birîn qels dimînin û divê cezayê herî giran li gumanbaran bên birîn.
‘Dixwazim baş be’
Zeynebê got keça wê gelek ji jiyanê hez dikir û got: "Dema ji kar dihat hema ez hembêz dikirim. Şênahiya mala me bû. Em pê şad dibûn. Ji mirovan hez dikir. Kesê ku keça min aniye vê rewşê naxwazim navê wî bê bîra min. Berfîn niha ne li malê ye. Ez dixwazim keça min demildest baş be û bigihêje mala xwe."
‘Divê edalet pêk bê’
Zeynebê destnîşan kir ku ew ditirsin ku wê ji rewşa baş cezayê Ozan Çeltîk jî bê xistin û got: “Ji bo birînên nû venebin divê edalet pêk bê. Kujer Casim Ozan li dadgehê gotinên hatine jiberkirin yên weke ‘hezkirin’ bi kar anî. Ji bo bûyerên wisa pêk neyên divê kujer cezayên giran bigirin. Ji van sûcan re divê cezayên giran bên dayîn. Li vî welatî, li cîhanê her roj jin tên qetilkirin. Rewşa Berfînê bi piştevaniya jinan roj bi roj baş dibe. Ez ji bo hemû jinan û parêzera wê Mehtap Sert spas dikim.”