Li xwendekarên ku akademîsyenê tacîzkar teşîr kirin lêpirsîn

  • 09:03 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Serokê Beşa Civaknasiyê Prof. Dr. Îbrahîm Kaya li zanîngeha Dokuz Eylulê nêzî 10 xwendekar tacîz kiribû. Li xwendekarên ew teşîr kiribûn lêpirsîn hat vekirin.
 
Li Zanîngeha Dokuz Eylulê Serokê Beşa Civaknasiyê Prof. Dr. Îbrahîm Kaya nêzî 10 xwendekarên xwe di dîrokên cuda de tacîz kiribû. Piştî ku bûyer hat bihîstin şûnde, li dîwarên destavê nivîsên ku Îbrahîm Kaya teşîr dikir hatin nivîsîn û dekantiyê ji bo demekê destavên xwendekarên jin girtin. Derket holê ku demekê li Zanîngeha Dumlupinar a Kutahyayê jî Îbrahîm Kaya xwendekar tacîz kirine. Der barê 20 xwendekarên ku li ser çapemeniya civakî parvekirin kirine jî doz hat vekirin. Xwendekara Zanîngeha Dokuz Eylulê Serenay Sevîm, diyar kir ku lêpirsîn bi armanca pêşîgirtina piştevaniyê hatiye kirin û ji bo tacîzê veşêrin hatiye kirin.
 
Nêzî 10 xwendekarî li dijî tacîzê bi hastaga #DokuzEylüldeTacizVar li ser twîterê kampanya dan destpêkirin. Lê der barê 20 xwendekarên di kampanyayê de parvekirin kirin de doz hat vekirin. Xwendekara zanîngehê Serenay Sevîm parvekirinên weke: “Em dizanin Îbrahîm Kaya ne yê ewil e ne jî yê dawî ye. Li Akademiyê bûyerên tacîzê ne îstîsna ye. Em hemûyan dibînin’ kir. Lê bi hinceta heqeret û îftere kiriye lêpirsîn lê hat vekirin.
 
Serenayê bertek nîşanî rewşê da û daxuyakirin ku wan encamên baş girtine û got lêpirsîna li wan hatiye vekirin jî bi armanca pêşîgirtina piştevaniyê hatiye kirin.