ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 15 Tîrmeh 2019
  • Rojev
*Bi armanca geşkirina Aboriya Jinê û zindîkirina rihê komînal di navbera jinan de Navenda Aboriya Jinê ya Navçeya Til Temirê projeyên jinan ava dike û di demên pêş de dê têkevin meriyetê. Derbarê vê mijarê de ji Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê Melsa Dêrikî armanca avabûna Navenda Aboriya Jinê û projeyên ku dane destpêkirin, nirxand. Melsayê got:"Armanca me geşkirina aboriya jinê ye. Ger aborî bê geşkirin ew ê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Bêyî jinê pêşxistina aborîyê ne pêkan e. Loma hewldan û beşdarbûna jinê ya ji bo geşkirina aboriyê girîng e." DÎMEN HEYE
 
*Sîzar Beko keça astengdar a ji Efrînê, li kêleka astengiya xwe hestên xwe bi gotina stran û helbestan  ji hezkirina jiyanê re vedibêje. Sîzarê diyar dike ku wê tu carî çong li hember dijwariyan daneniye û wiha dibêje: "Astengiya min nebû kelem li hember hezkirina min a ji jiyanê re,  bi rêya stran û helbestan hestên xwe  tînim ziman." DÎMEN HEYE
 
* Serokê Beşa Civaknasiyê Prof. Dr. Îbrahîm Kaya li zanîngeha Dokuz Eylulê nêzî 10 xwendekar tacîz kiribû. Li xwendekarên ew teşîr kiribûn lêpirsîn hat vekirin.  DÎMEN HEYE
 
*Kutsiye Bozoklar a jiyana xwe bi şîara ‘jiyan berxwedan e’ kir yek, jinek mîlîtan a komunîst e. Kutsiyeyê heta 16’ê Tîrmeha 2009’an bi berhemên xwe ji kilamên jiyana me re hevaltiyê dike.
 
*Berfîn Ozek li Hatayê rastî êrîşa bi asîtê hat û hemû ruyê wê şewitî çavekê xwe winda kir. Dayika wê Zeynep Ozek diyar kir ku divê kujer cezayê herî giran bigire.DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera HDP’ê ya Hatayê Dîlek Kaplan diyar kir ku li Reyhanli ya ku bûye yek ji navendên komên cîhadê, gel xwe di bin tehdîdek mezin de hîs dike û got aboriya navçeyê ketiye destê çeteyan û wiha got: “Tiştên tên jiyîn gel dike fikaran. Gel bi rehetî dibîne ku DAIŞ li Reyhanli bi cih bûye. Ev rewş jî li saziyên fermî nayên ziman.”DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz xebat û projeyên xwe vegot û wiha got: "Di 2014’an de jî hevşaredarên jin hebûn di 2019’an jî hevşardarên jin hebûn. Me di encama têkoşînan de ev bi dest xist. Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û rêxistinbûna xwe mezin bikin."
 
*Fîgen Yuksekdag geşedanên rojane nirxand û da zanîn ku ji bo avakirina tifaqek demokratîk a paqij serbixwe ava bibe, hewceyê bi dîrayet, samimiyet û bedeldayînê heye.