3'emîn Kongreya Meclîsa MXDŞ'ê hat lidarxistin

  • 08:39 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Li Bajarokê Xanesorê bi tevlîbûna 250 delegeyan û hemû endamên  sazî û rêxistinên Şengalê 3'emîn Kongreya MXDŞ'ê hat lidarxistin. 
 
Li Bajarokê Xanesora Şengalê bi tevlîbûna 250 delegeyan û hemû endamên  sazî û rêxistinên Şengalê 3'emîn Kongreya MXDŞ'ê hat lidarxistin. Kongre bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. 
 
'Yek ji xalên sereke yên vê kongreyê rizgarkirina jinên Êzidî ne'
 
Endama Meclîsa Gel ya Bajarokê Xanesorê Hena Elyas wiha got:"Em vê kongereyê lê hemû gelê xwe pîroz dikin. Me ev kongre li ser esasê xwenûkirinê û siberoja gelê xwe li dar xist. Yek ji xalên sereke yên vê kongreyê rizgarkirina jinên Êzidî ne. Em dixwazin hemû jinê Êzidî rizgar bibin û xwe rêxistin bikin."
 
'Em ê her dem xwe biparêzin'
 
Her wiha Endama Meclîsa Jinê ya Borik Meyan Xwededa wiha got:"Em wekî jinên Êzidî tu carî bejna xwe li ber dijmin xwar nakin. Heta ji destên me bê em ê her xwe bi rêxistin bikin. Em ê her dem xwe biparêzin. Ji bo em li dijî zihniyeta baviksalarî her dem bikaribin xwe biparêzin divê em hêza xwe bikin yek."
 
Di hilbijartinê de Hesen Hecî û Xezal Şengalê hevserokên MXDŞ'ê hatin hilbijartin. 
 
Xezal Şengal wiha hestên xwe anî ziman:"Ez ê her dem di nava hewldanekê de bim ku mafên Êzidiyan û taybet jî jinên Êzidî biparêzim. Ger em her dem bikaribin xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe bikin yek wê demê em ê her dem bi ser bikevin. Ji bo em li dijî dijminên dijwar têk neçin divê em bi hev re gav biavêjin û rêxistinbûyina xwe xurtir bikin."