Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin

  • 12:15 14 Tîrmeh 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Cenazeyên du birayên hev Orçûn û Olcay Ûlali û pismamê wan Mesût Buyuksû yên ji bo ku hînik bibin ketin Bendava Dîlîmlî hatin dîtin.
 
Cenazeyên du birayên hev Orçûn û Olcay Ûlali û pismamê wan Mesût Buyuksû yên ji bo ku hînik bibin ketin Bendava Dîlîmlî ya navçeya Gever a Colemêrgê hatin dîtin.
 
Bûyer di saetên şevê yên roja Şemiyê de, 10 kîlomet re dûrî navçeya Gever li Benda Dîlîmlî pêk hat. Du birayên hev Orçûn û Olcay Ûlalî yên 13-15 salî û pismamê wan Mesût  Buyuksû ji bo hînik bibin ketin Bendava Dîlîmlî û dûre agahî ji wan nehat girtin. Di encama lêgerînên îro de cenazeyê 3 zarokan hat dîtin.