Leyla Guven dest bi çalakiyên xwe yên KCD’ê dike

  • 10:16 14 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de sond xwar, hat Amedê û dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir. Guven, di çarçoveya plansaziya xwe de, dê di rojên pêş de malbat û gorên girtiyên bi armanca şermezarkirina tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn, ziyaret bike.  
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehê ket greva birçîbûnê û çalakiya di roja 200’an li ser banga Ocalan di 26’ê  Gulana 2019’an de bi dawî kir, piştî pevajoya dermankirin û sondxwarinê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê, dest bi xebatên xwe yên siyasî kir. 
 
Dê serdana malbata Zulkuf Gezen bê kirin
 
Plansaziya xebatên Leyla yên di rojên pêşiyê de wiha ne:
 
 *Leyla ya di 10’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi xebatên xwe yên parlamentoyê kir, dûre hat Amedê. Guven a di 31’ê Çile de li Amedê hat girtin, piştî salek û nîvê çû avahiya KCD’ê ya hevserokatiya wê dike. Guven li KCD’ê, derbarê xebatan de ji endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê agahî girtin û beşdarî xebatên lijneyê bû.  
 
*Dê di 17’ê Tîrmehê de, gora Zulkuf Gezen ê di 17’ê Adara 2019’an li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî ya  li Goristana Yenîkoy a Navçeya Rêzan a Amedê bê ziyaretkirin.
 
*Leyla, di heman demê de, dê di 18’ê Tîrmehê de, malbata Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan a di 21’ê Tebaxa 2018’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Gazî ya Enqerê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, ziyaret bike û di 23’yê Tîrmehê de jî, malbatên Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay ên li dijî tecrîda li Îmarliyê dayî li jiyana xwe anîn ziyaret bike.  
 
*Leyla ligel van serdanan, dê malbata Şenyaşar a di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûs a Rihayê rastî êrîşên xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yıldiz hatin ziyaret bike û dûre biçe serdana malbata Parlementerê HDP’ê yê Riha yê berê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federa jiyana xwe ji dest da.