'Mala jinê rêya çareseriya pirsgirêkên civakê ye'
- 09:14 14 Tîrmeh 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Mala Jinê tekoşîneke mezin meşand û di nava civakê de bû xwedî rolek bi bandor. Her cureyên pirsgirêkan bi rêya nîqaş û komîteya lihevanînê çareser dibe. Jinên ku xebata Mala Jinê bi rê ve dibin gotin: "Mala Jinê cihê heq û hiquqê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan û alîkariya jinê dixebite."
Cara yekem Mala Jinê li bajarê Kobanê di sala 2012'an de hatiye avakirin. Di heman demê de navendên wê li navçeya Şêran, Pêndir û bajarokê Sirînê jî di 25'ê sibata 2018'an de hat vekirin. Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, di sala 2014'an de Mala Jinê ya li bajarê Kobanê hate hilweşandin, piştî rizgarkirina Kantona Kobanê di 26'ê çileya 2015'an de careke din Mala Jinê hat avakirin û dest bi xebatên xwe kir. Paşê Mala Jinê saziyên xwe di 2016'an de li cihên cuda ava kir, li navçeya Eyn îsa di 7'ê Tîrmeha 2017'an de hatiye vekirin û Girê Sipî jî di sala 2016'an de hat vekirin.
Hejmara dozên li herêma Firatê wiha ne:
Hejmara dozên Kobanê yên giştî di sala 2017'an de 245'in, yên çareser bûne 106'in, 17 dozên berdanê rakirine dadgehê, 15 doz hedanê(wekaleta zarokan) rakirin dadgehê, 2 yê tundiyê ne, 21 zewaca du carî ne. dozên ku di sala 2018'an de 166'in, yên çarserbûne 72, zewaca du carî 36 in, yên berdanê 34 in, tundî 4'in. Di 2019´an de jî 61 doz, 29 çareser bûne, berdan 15, 2 hedanê (wekaleta zarok), zewaca bi dizî 1, mîras 2, 13 jî di lêpirsînê de ne.
Yên navçeya Eyn Îsa hejmara giştî 270, 175 hatine çarserkirin, 75 rakirine dadgehê. Yên bajarê Sirînê 50 çareser bûne, 10 di lêpirsînê de ne, 22 rakirine dadgehê û 1 jî dane sekinandin.
Yê Kantona Girê Spî bi giştî 231, 101 çareser bûne, 57 di lêpirsînê de ne, 39 rakirine dadgehê, 1 rakirin Mala Jin ya Kobanê, 1 li Eyn îsa, 2 di bin hîmaya parastina Mala Jinê de ne.
'Mala Jinê cihê çareseriyê ye'
Endama Mala Jinê ya herêma Firatê Şeha Elî derbarê pirsgirêk û çareseriyên Mala Jinê de wiha axivî: "Beriya şoreşê mafê jinê yê xwendin, derketina derveyî malê û tevlîbûna civatên civakî hemû ji destê wê hatibûn girtin. Ji ber zext û koletiya li ser jinê di jiyanê de jin ji gelek mafên xwe bêpar hatibû hiştin. Bi şoreşê re malên jin hatin avakirin û bi rêya van hewldanan gelek guhertin û veguhertin di kesayeta jinan de çêbûne. Bi rêya perwerdeyê jin bû xwedî îrade û hêz. Dema malên jin hat avakirin bi taybet mêran û hinek jinan ev sîstem nedipejirandin û digotin Mala Jin mala hev berdana hevjîna ne. Li hemberî zihniyeta desthilatdar xeta jina azad têkoşîn kir û komîteyên xwe ava kirin. Piştî ku girîngî, erk û wateya Mala Jin di nava civakê de hate fêmkirin û şûnde êdî Mala Jin di nava gel de hat pejirandin û kesên ku pirsgirêkan dijîn serî li Mala Jin didin. Kîjan zayend rastî neheqiyê were Mala Jin xwedî li mafê wan derdikeve. Dema ku kes serî li Mala Jin didin em hewil didin ku pirsgirêkên wan bi awayek erênî çareser bikin. Lê dema ku li gel me çareser nebe em radikin dadgehên civaka demokratîk. Lê belê dîsan jî ji bo li hevhatinê em bi her du aliyan re jî nîqaşan didin meşandin."
'Mala Jin zihniyeta mêrên serdest şikand'
Ji Rêveberiya Mala Jin ya bajarokê Sirînê Leyla Mihemd Elî jî axivî diyar kir ku ruxmî kevneşopiyên Sirînê Mala Jin tê qebulkirin û wiha berdewam kir: "Beriya Mala Jin vebe jinên Sirînê di bin zext û koletiya bav, bira, mêr de bûn, heta em dikarin bêjin ku jin tunebû, zihniyeta DAIŞ'ê bandorek mezin li ser wan kiribû. Heta dema ku jinê berê xwe dida Mala Jin nedikarî doza xwe bîne ser ziman, ji ber ku tirs di hindirê wê de hatibû avakirin. Lê bi rêya serdanan roj bi roj jinan û mêran berê xwe didan Mala Jinê. Weke hemû herêman me jî pirsgirêka nepejirandina Mala Jinê jiya. Lê piştî têkoşînên bê hempa û keda salekê Mala Jinê li vir jî hate pejirandin. Rêbazên çareserkirina pirsgirêkan yên Mala Jin li hemû deverê wek hev in. Ji xwe zagonên me yên heyî li her derê derbasdar in. Yek ji xalên sereke yên me ew e ku em bikaribin pirsgirêkan bi rêyên li hevkirinê û mafdayîna herdu aliyan çareser bikin. Dema me rêbazên çareseriyê yên cuda nedîtin wê demê em pirsgirêkê radikin dadgehan û hewil didin ku bi rêbazên cuda çareser bikin. Her wiha em û komîteyên lihevanînê bi hev re xebat didin meşandin."
'Em hewil didin ku wekheviya di navbera her du zayendan de xurt bikin'
Endama Mala Jinê ya Kantona Girê Sipî Nadiya Mihemed balkişand ser rewşa Mala Jinê ya berê û niha û wiha domand: "Ferq û cudahiya di navbera dema borî de û di dema me ya niha de geleke. Di destpêkê de Mala Jinê nedihat pejirandin, lê niha gelek pêşketin çêbûne, em herdu zayendan wek hev dikin û her kesî mafê wî didinê. Dema Mala Jin hat vekirin mêr nedihîşt ku jin berê xwe bidin Mala Jinê, jin ditirsiyan ku werin Mala Jin giliyê hevjînên xwe bikin, wiha dihizirîn ku dema werin Mala Jin wê hevjînên wan yan li wan bidin yan jî wan berdin. Ji ber wê zû bi zû berê xwe nedidan Mala Jin, lê piştî bi demekê û şûnde êdî jin bûn xwedî hêz ku bikaribin xwedî li mafê xwe derkevin û wan êdî zanîn ku cihekî parastina wan bike heye û dikarin xwedî li xwe û zarokên xwe derkevin. Bi vê şêwazê êdî Mala Jin bû cihê alîkarî û çareseriya pirsgirêkên civakî."
'Mala Jin cihê edaletê ye'
Di dawiyê de ji Rêveberiya Mala Jinê ya navçeya Eyn îsa Xewla Ebd-Elcebar da zanîn ku civak bi rêya perwerdeyê Mala Jin qebûl kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di civakê de jin rastî her cureyên êrîşan dihat, bi her awayî an jî her kesî mafê xwe didît ku êrîşî zayenda jin bikin. Ev çi mêr, bav, bira, dildar û heta lawên wan jî mafê xwe dibînin êrîşî jinan bikin. Lê belê em niha têkoşîna wê didin ku bi mêran bidin fêmkirin ku ew beriya her tiştî zarokên jinan in û nabe ku mirov êrîşî dayika xwe bike. Pirsgirêkên ku herêmên din dijiyan me jî heman pirsgirêk jiya, dema Mala Jin li qada me hate vekirin bi taybet ji aliyê mêrên herêmê ve nedihate pejirandin. Li gelek deveran Mala Jin dihate reşkirin û antîpropagandayên Mala Jin dikirin. Lê belê piştî çareserkirina gelek pirsgirêkên di nava civak û hevjînan de êdî civakê bawer kir ku hebûna Mala Jin tiştekî baş e û bi bandor e ji bo çareseriya pirsgirêkan. Heta gelek caran dema ku me ji bo fêmkirina pirsgirêkê mêran bang dikirin da ku werin em bi wan re biaxivin nedihatin û digotin ji bo em neyên wir em ê hevjînên xwe berdin. Lê belê di van demên dawiyê de êdî mêr bi xwe tên gel me ji bo pirsgirêkên di navbera xwe û hevjîna xwe de çareser bikin. Mala jinê rêya çareseriya pirsgirêkên civakê ye."