Sebahat Tunel: Divê ji gel re rast pêşengtî bê kirin

  • 09:12 14 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Bêrîtan Elyakut
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku sernavên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îfade kiriye yên wekê ‘lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakera demokratîk û aştiya bi rûmet’, sernavên ku Tirkiyeyê di alî siyasî, civakî û aborî de rehet bike gelek girîngin û wiha got: “Pêvajo divê bi rê û rêbazên nû bê bilindkirin û daîmkirin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ya di cotmeha 2016’an de di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat binçavkirin û girtin, li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê pirsên der barê pêvajoyê de nirxand. Sebahatê di axaftina xwe de grevên birçîbûnê, asta ku hatinê û 7 xalên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye nirxand û der barê kaosa li welat kûr dibe de pêşniyar kirin.
 
*Hûn dikarin der barê greva birçîbûnê ya we 100 rojî berdewam kir de nirxandinan bikin? Pêvajo çawa derbas bû? Dema we dest bi grevê kir hedefa we çi bû?
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Birêz Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe, mafên qanûnî û destûra bingehîn bên bikaranîn, pêşiya çareseriya pisgirêka Kurd vebe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Li hemû zindanan û her çar alî cîhanê bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Ez û Selma Irmak jî di 15’ê Çile de tevlî pêvajoyê bûn.
 
Rola dayikan gelek girîng bû
 
Di vê serkeftinê de para 8 şoreşgerên ku jiyana xwe feda kirin mezin bû. Rola dayikan jî di vê pêvajoyê de girîng bû. Dayikan ji bo dengê zindanan bidin bihistin têkoşîn meşandin û seknek bi biryar û israr nîşan dan. Di serkeftina pêvajoyê de rolek girîng lîstin. Ez bi vê wesîleyê dayikan, dayikên aştiyê û dayikên şemiyê bi rêzdarî silav dikim.
 
Vê pêvajoya berxwedanê di nokteya şikandina polîtîkayên tecrîdê pergala Îşkenca li Îmraliyê, de derî vekiriye. Birêz Ocalan 8 sal şûnde bi parêzerên xwe re, 4 sal şûnde jî bi malbata xwe re hevdîtin kir. Ji bo ev pêvajo her dayîm be, tecrîd bi giştî ji holê rabe divê pêvajo bi rê û rêbazên nû bê berdewam kirin. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. 
 
Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi serkeftinê encam bûn lê ev nayê wateya ku berxwedan qediyaye. Berovajî vê divê têkoşîn û berxwedan bir ê û rêbazên nû bên mayîndekirin. Ji bo pêşerojeke aştiyane, wekhev û demokratîk ev gelek girîng e.
 
*Çalakî piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî bû. Hûn 7 xalên ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye çawa dinirxînin?
 
Birêz Ocalan di deklerasyona xwe ya 7 xalî de balkişandiye ser girîngiya demokrasiya herêmî û çarseriya bi muzakere û diyalogê. Di 2013’an de di Newroza Amedê de bi deklerasyona hatiye xwendin jî, çarseriya bi muzakere û diyalogê hat ziman û girîngiya vê bi rayagiştî ya cîhanê re parve kiriye. Birêz Ocalan di hevdîtina ku bi parêzeran re kiriye, sernavên wekê ‘lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakera demokratîk û aştiya bi rumet’ rêz kiriye. Ev ji bo Tirkiye di salî siyasî-civakî, krîza aborî de rehet bike de gelek girîngin û divê bikevin rojevê. Di demên dawî de globalbûna ku hemû partî tînin ziman jî, ev sernav divê li dora çarseriya civakî bê nîqaşkirin.
 
Şikandina tecrîdê pêşeroja me hemûya ne
 
Çareseriya pisgirêka Kurd, ji bo pêşeroja Gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e. Têkoşîna Gelê Kurd ya ku qedera xwe tayîn kiriye û qedera hemû gelan bi wan re dijî kiriye yek, di tecrubeya Rojava de bi hemû mirovahiyê daye qezenckirin. Di pêvajoya pêş de pisgirêkên gelên Rojhilata Navîn bi perspektîfa ‘rêveberiyên xweser yên demokratîk, konfederasyona Rojhilata Navîn a demokratîk û komara demokatîk’ dikare bê çareserkirin û ji îro de tê dîtin ku wê bi gelan û mirovahiyê bên qezenckirin. Ji ber vê jî şikandina tecrîda li Îmraliyê, ne tenê di alî Tirkiyeyê de di alî pêşeroja hemû Rojhilata Navîn de bi bandore.
 
*Di pêvajoya rêveberiyên xweser û qeyûman de we her tim li qadan bertekên xwe anîn ziman. Ev pêvajo hîna berdewam dikir hûn hatin girtin. Hûn dikarin vê hinekê binirxînin?
 
Qadek girîng ya têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviyê ya Gelê Kurd siyaseta demokratîk ava dikin. Gelê Kurd ji sala 1990’î heta niha li her derê bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê re hatiye rê hev û her wiha Gelê Kurd li dijî vî her qadê têkoşîna aştî û demokrasiyê, wekheviyê daye. Lê li vê qadê rastî zext û zordariya dewletê hatiye, partiyên wan hatine girtin, hatine binçavkirin, rastî her cureyê şîdetê hatine. Tevî van zextan gelê Kurd têkoşîna xwe meşandiye berxwe daye. Tu car dest ji siyaseta demokratîk ber nedane.
 
Parlamenter û rêveberên partiyê hatin girtin
 
DTP’ê di hilbijartinên 2009’an de serkeftinek mezin bidest xistin. Piştî vê di bi navê opersyonên KCK’ê de operasyon hat destpêkirin. Di 7’ê hezîrana 20017’an de jî HDP’ê serkeftinek mezin bidet xist. Bi awayekî tûnd vê carê dewletê berê xwe da HDP’ê. Şaredarên wan girtin, encamên meclîsên şaredariyê girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Parlamenter û rêveberên partiyê girtin. 
 
Divê kêmasî û şaşî bê nirxandin
 
AKP’ê pêvajoya diyalogê ya navbera 2013 û 2015’an de bi dawî kir û plana têkbirinê xist dewrê. Ziman, nasname, mafên çandî yên Gelê Kurd tune hesiband. Li dijî vê polîtîkayê pêvajoya berxwedanê ya hatiye jiyîn jî divê ji gelek aliyan bê dest girtin. Yên di qada siyaseta demokratîk de berpirsyarî jî girtine serxwe divê pêvajoyê berfireh binirxînin û xwerexnedayîna xwe bidin. Ev di pêvajoya pêş de gelek girîng e. Divê hemû kêmasî û şaşî bê nirxandin. Ger ev neyê kirin ne pêkane ku em derketinek xûrt bikin. Em ji kevneşopiyeke xwerexnedayînê tên.
 
Me siyaseteke xûrt nemeşand
 
Di pêvajoya grevan de jî dayikan berxwedanek mezin nîşanda. Ji bilî dayikan civakê seknek xurt nîşan neda. Sedema vê jî polîtîka şîdetê ya dewletê ya ji sala 2015’an heta niha berdewam dike ye. Sedemeke din jî ev e ku me siyaseta xwe bi civakê re bi awayekî xurt neaniye cem hev. Em di dîroka têkoşîna Kurdan de gelek serhildanan dibînin. Em tiştên di vê pêvajoyê de hatine jiyîn bi yek sedemê bi polîtîka zilm û faşîzmê ya dewletê nikarin vebêjin. Divê em kêmasî û qelsiyên xwe bigirin dest û destpêkek nû bikin.
 
*Di pêvajoya girtinê de hûn atmosfera siyasî çawa dibînin û dinirxînin?
 
Me bi dehan carî gotiye ku sedema krîza siyasî û aborî ya Tirkiye ketiyê, bi nêzîktiya li hember pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Neçareseriya pisgirêka Kurd ne tenê Kurdan hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi bandor dike. Pêvajoya 4 salên dawî ya Tirkiyeyê jî vê rastiyê baş nîşan dide. Êrîşên li hember îrade û destkeftiyên Kurdan. Xespkirin maf û azadiyên li Tirkiyeyê bû sedema rakirina azadî û demokrasiyê. Di heman demê de welat berbi şer jî bir. Fatura şer jî li kedkar û xizanan hat birîn û vê jî jiyana aborî têk bir.
 
*Ji bo demokratîkbûna atmosfera siyasî pêşniyar û peyamên we çin e?
 
Ji krîza siyasî û aborî derketin, ev e ku divê ewil pisgirêka Kurd bê çareserkirin. Jin divê di vê çarçoveyê de di piştevaniyê de bin, rêxistinbûna xwe pêş bixin. Divê jin rêxistinbûna xwe di pêvajoya pêş de amade bikin. Ji ber vê jî divê ji her demê zêdetir xebat bên kirin, rêxistinbûn û çalakîbûn bê pêşxistin.