Li Wanê panela komkujiya Geliyê Zîlan hat lidarxistin
- 16:08 13 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Li Erdîşa Wanê ji bo bîranîna komkujiya Geliyê Zîlan panelek hat lidarxistin û di panelê de parlamenter Muazzez Orhan axivî û diyar kir ku kurd li dijî komkujî û asîmîlasyonê her tim serî rakiriye û dê her tim li ber xwe bide.
Ji hêla Rêxistina HDP'ê ya Erdîşa Wanê bi minasebeta bîranîna komkujiya Geliya Zîlanê panelek hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan, Rêxistinên HDP'ê ya navçeyan û gelek welatî tevlî panelê bûn. Li salonê pankarta "Me jibîr nekir û em ê jibîr nekin” hat daliqandin. Muazzez Orhan, nivîskar Îkram Îşler û reveberê HDP`ê yê navçe Alî Aslan wekî panelîst tevlî panelê bûn. Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirin. Sînevîzyona qala Komkujiya Geliyê Zîlanê dike hat nîşandan.
'Her demî ferma qetla kurdan hatiye dayîn'
Di destpêkê de Muazzez Orhan axivî û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe dest dane bibîranî. Muazzez di axaftina xwe de bal kişan komkujiya ku li hemberî kurdan pêk hatî û wiha axivî: "Dibêjin ku Gelê Kurd çî ji dewletê dixwaze? Çima Gelê Kurd li dijî zilmê serî radike, Gelê Kurd li dijî tunebûnê serî radike. Li dijî asîmîlasyonê û komkujiyê serî radike. Di dîrokê de heta niha dewlet kengî teng bibe serî li kurdan dide û bi piştgiriya kurdan hebûna xwe didome. Lê kîjan demî li gorî karê dewletê nebe vê demê ferma qetla kurdan dide. Niha jî ev polîtîka didomin."
Muazzez, bi wan pêyaman dawî li axaftina xwe anî: "Lê Gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê daye ku kes nikare wan tune bikin. Ji vî demî şûnde divê em têkoşîna xwe mezin bikîn û dev ji berxwedanê bernedîn.” Piştî axaftina xwe Muazzezê panelîstên din jî qala dîroka komkujiyê kirin û panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.