'Têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan dê bidomînin'
- 15:13 13 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÊLIH/ÎZMÎR - Bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" Xizmên Windayan li Êlih û Îzmîrê çalakiya xwe ya vê heftê pêk anîn.
Çalakiya Xizmên Windayan a Êlih û Îzmîrê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" pêk hat. Li Êlihê aqûbeta Îlyas Dîrîl, li Îzmîrê jî aqûbeta Îram Miyyaz hat pîrsin
Rêveber û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 450’emîn de li avahiya ÎHD'ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD'ê Ercan Başar daxuyanî da û diyar kir ku ew lêgerîna heqîqet û edaletê dewam dikin û dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan bidomînin.
Ercan di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Zekî Dîrîl ê 6 salî û kurapê wî Îlyas Dîrîl ê 12 salî ku di 2'ê gulana 1994'an de li gundê Keldaniyan Mehrî yê Şirnexê di serdegirtina gund de ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin parve kir û li aqûbeta wan pirsî. Piştî axaftinê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li Îzmîrê aqûbeta Îkram Miyyaz hat pirsin
Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya heftane li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê ya Îzmîrê li dar xist. Rêveberên ÎHD, rêveberên HDP'ê, nûnerên sendîkayên KESK'ê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Winda diyar in kujer li ku derê ne?" vekirin. Endamê ÎHD'ê Caner Canli daxuyaniya vê hefteyê xwend û li faîlên Îkram Miyyaz ê 25 sal berê ku sendîkavan bû hat kuştin pirsî.