Xizmên Windayan ên Amedê bertek nîşanî operasyonan da

  • 15:01 13 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED-  Xizmên Windayan 544 heftene aqûbeta windayên xwe dipirsin û di çalakiya vê hefteyê de bertek nîşanî operasyon û pevçûnên li herêmê didomin hat dayîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 544’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, endam û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
'Operasyon û pevçûn zêde bûn' 
 
Vê hefteyê çîroka windakirina Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û bi bîr xist ku 544 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û heta niha winda nehatine dîtin û heta winda bên dîtin û edalet pêk were dê têkoşîna xwe dewam bikin. Abdullah bal kişand ser operasyon û pevçûnên di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Li Licê bi rojane operasyon heye û mafê jiyanê yê welatiyên herêmê di bin xetereyê de nin. Mirov jiyana xwe ji dest didin û mal û milkên welatiyan zirar dibîne. Ev li dijî mafên mirovan e. Em hêvîdarin wê ev pêkanîn demildest bi dawî bibin.” 
 
'Malbat nikarin cenazeyên xwe bigirin'
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî axaftinek kurt kir û got ji bo dîtina windayan û dayik bigihîjin bihostek axa şûna zarokên wan lê veşartî ne dê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina cenazeyan dewam bikin. Hulya anî ziman ku li gundên Licê operasyonên giran pêk tên û dibin sedema mirov jiyana xwe ji dest bidin. Hulya diyar kir ku heyeta wan li gundên Licê lêkolînên xwe didomînin û ev bi rojane cenaze li qada şer in û malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin. Hulya, got ji bo malbat dikaribin cenazeyên xwe bigirin û êdî kes jiyana xwe ji dest nede pêdivî bi maf, hiqûq û edaletê û aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk heye. 
 
Çîroka Ebûbekir Aras hat vegotin 
 
Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin jî çîroka winda Ebûbekîr Aras ê di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê “hêzên ewlekariyê” ve hat windakirin hat pirsîn. Yalçin got tevî hemû lêgerînên hiqûqî yên malbatê jî Aras ji roja hatiye windakirin nehatiye dîtin. 
 
Çalakî piştî axaftinan bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.