Di nav 5 mehan de 89 jin bi awayekî bi guman şewitîne

  • 10:38 13 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan ya Herêma Federal a Kurdistanê, di 5 mehên despêkê yên îsal de 89 jin bi awayeke bi guman şewitîne. Rêjeya şewitandinên biguman ên jinan, li gorî salên din zêdetirbûye.
 
Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan ya Herêma Federal a Kurdistanê der barê şewitandina jinê bîlonçoyek aşkerakir û li gorî bîlançoyê di nava 5 mehên despêkê yên îsal de 89 jin bi awayeke biguman şewitîne. Li gorî sala borî 22 bûyer zêdetir bûne. Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan piştî ku rêjeya gilîkirinê zêdetir bû xeta 119'an a ji bo gilîkirina jinan vekir. 
 
Li Silêmanî 33 jin bi awayeke bi guman şewitîne 
 
Li gorî bîlançoyê piraniya bûyeran jî li parêzgeha Silêmanî pêkhatine ku jimara wan 33 jinin. Li Hewlêr 24 jin, li Dihokê 19 jin, li Germiyanê jinek, li Raperîn 8 jin û li Soran jî 4 jin bi awayeke biguman şewitîne. Di sala borî de di 5 mehên destpêkê de 67 bûyerên şewitîna jinan hatibûn tomarkirin.
 
Rêveberî sedemê şewata jinan diyar nake, ka di encama qezayek de şewitîne, yanjî ji aliyê hinek kesan ve hatine şewitandin, tenê dibêje 'ji ber sedemên cûda' şewitîne. Her wiha bîlançoya 5 mehên destpêkê yên îsal wiha ye; 89 jin hatin şewitandin, 49 jin xwe şewitand, 18 jin hatin qetilkirin, 25 dawî li jiyana xwe anî, 43 jin bi tecawîzê re rû bi rû man, 4 hezar 75 jin jî gilî kirine. 
 
Dîsa li gorî bîlancoyê di sala 2018'an de 67 jin hatin şewatandin, 55 jin xwe şewitandin, 46 jin bi tecawizê re rû bi rû man, 22 jin hatin qetilkirin û 32 jin dawî li jiyana xwe anî. Her wiha di sala 2018'an de tenê 3 hezar 707 jin gilî kirine. (Rojnews)