Malbata karkerê ku jiyana xwe ji dest da dê serlêdana sûc bike
- 09:09 13 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Mehmet Karataş yê 25 salî ku li Santrala Enerjiya dixebitî ket ber makînê û jiyana xwe ji dest da. Malbata Mehmet, diyar kir ku cihê ku karker lê dixebitin pergala lambeyan jî tune û got ew nizanin bûyer çawa çêbûye û der barê mirina kurê xwe de wê serlêdana sûc bikin.
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, karkerê bi navê Mehmet Karataş yê li Santrala Enerjiya Biyokutle dixebitî û dema puşê garist davêt patozê, bi ber makînê ket û jiyana xwe ji dest da. Di bûyera ku çend roj berê hat jiyîn de, hat dîtin ku di guherîna vardiyê de Mehmet tune. Piştî lêgerîna du roj şûnde hat dîtin ku di makîneyê de jiyana xwe ji dest daye. Dayika wî Leyla Karataş daxuyakirin ku li cihê ku kurê wê dixebite kamera û tedbîra ewlehiyê tune û got kurê wê bûye qurbanê cînayetê û der barê bûyerê de wê serlêdana sûc bikin.
Santral sala borî ket faliyetê
Santral sala borî di mijara 2018’an de ji aliyê Global Yatirim Holdîngê ve hat vekirin û bi dehan karker li santrolê dixebitin. Santral li herêmê enerjiya gelek deverê peyda dike û berê jî qeza lê hatibûn jiyîn û hat hînbûn gelek xebatkar di van qezayan de birîndar bûne. Leylayê daxuyakirin ku çawa agahiya windabûnê girtine çûne ber santralê lê peywirdarên ewlehiyê ew negirtine hundir û wiha pê de çû: “Hevalên wî li me geriyan û gotin em wî nabînin. Em jî çûn santralê. Lê em negirtin hundir. Em dan sekinandin. Em nizanin çi bi kurê min hat. Ji toz û dumanê tiştek nayê dîtin. Li cihê dixebite kamera jî tune. Em niza çawa jiyana xwe ji dest da. Em ê şopdarê dozê bin. Em serlêdana sûc bikin.”
‘Destûr nedan em bikevin hundir’
Xaltîka wî Emel Karataş jî wiha got: “Çawa me agahiya windabûnê girt em çûn ber fabrîkê. Lê em negirtin hundir. Ne kamera ne lambeyek li hundir heye. Ji tozê tu der nayê dîtin. Yên li wir der bi kar dikirin 10 rojan bi zor disekinin. Em nizanin kurê me çawa mir. Ewlehiya fabrîqê tune. Piştre tên dibêjin kurê we miriye. Kesî tiştek ji me re negot. Em ê li pey vê bûyerê bin. Tevî karkeran bi dehan carî gotin ewlehiya wan tune, tedbîr nehat girtin. Wan canê me bir. Kes ji wir nehat şîna me jî. Em ê şopdarê vê bin.”
Hat hînbûn ku santral piştî mirinê çend roje girtiye.