ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 13 Tîrmeh 2019
- Rojev
* Jina ku debara xwe bi çandina kemûnê diker diyar kir ku ji bo aboriya mirov geş bibe xebat xwedî wateyek girîng e. Jina bi navê Fatma Hicus a ji Gundê Bedîhê yê Çiyayê Kizwanan û bi çandina Kemûnê debara xwe dike got: "Kemûn dermanê nexweşiyan e. Ji ber ku ez kemûnê diçînim û di heman demê de fêda min di qada tenduristiyê de li mirovan tê ez gelek kêfxweş im." DÎMEN HEYE
*Şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji qeyûman hatin hildan dest bi xebatên xwe kirin. Der barê texrîbatên qeyûm û projeyên ku dê bikevin meriyetê de Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz axivî. DÎMEN HEYE
*Her sal hatina demsala havînê jin mişmişên herî bi tam kom dikin û jê rîçalên herî xweş çêdikin. Der barê çêkirina rîçalê mişmişan hilbirîner Nurcan Paran axivî. DÎMEN HEYE
* Hevseroka HDP’ê Hulya Alokmen Uyanik operasyona dersînor a TSK’ê nirxand û diyar kir ku li welatên din binpêkirina sînoran dibe sedema şer û lê bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember vê bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "PDK’ê zirarek mezin daye yekitiya netewî ya Kurdan.” DÎMEN HEYE
* Jinên li zozanên Sîsê ya girêdayê Liceyê, beriya roj hilbê, şiyar dibin, dest bi rojê dikin. Jinan da zanîn ku karê wan çiqas zehmet be jî ew ji zozanan hez dikin û wiha got: “Zarokên me ji betonan xilas dibin û bêhna xwe digirin. Em jî li vir kêfxweşin.” DÎMEN HEYE
*Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin kampanya pêlîstokan da destpêkirin. Endama înstiyatîfê Gulsev Kaya, da zanîn ku gelek pêlîstok gîhandine zarokan û ji bo zarok û dayikên li girtîgehan banga hestiyariyê kir. DÎMEN HEYE
*Mehmet Karataş yê 25 salî ku li Santrala Enerjiya dixebitî ket ber makînê û jiyana xwe ji dest da. Malbata Mehmet, diyar kir ku cihê ku karker lê dixebitin pergala lambeyan jî tune û got ew nizanin bûyer çawa çêbûye û der barê mirina kurê xwe de wê serlêdana sûc bikin.