Li girtîgehên Marmarayê di nav 3 mehan de 436 binpêkirina mafan hat jiyin
- 15:49 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê rapora binpêkirina mafan a meha nîsan, gulan û hezîranê parve kir, li gorî raporê di nav 3 mehan de 436 binpêkirina mafan hat jiyin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora ku di derbarê binpêkirina mafên girtiyan a meha nîsan, gulan û hezîranê ya îsal a li hêrema Marmarayê de pêk hatî amade kir, li avahiya xwe aşkera kir. Rapor ji hêla seroka ÎHD'ê a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.
Gulseren, di daxuyaniyê de bal kişand ser amedekarina rapora binpêkirina mafên girtiyan û wiha got: "Parêzer û malbatên ku diçîn hevdîtina girtiyan û her wiha girtiyên ku faks şandin qala rewşa xwe ya girtîgehê kirin. Me agahên ku girtin kir rapor."
Gulseren, destnîşan kir ku di rapora ku hatî amadekirin de 436 serlêdana binpêkarina mafan pêk hatin û wiha hat gotin: "Di meha nîsanê de 20, di meha gulanê de 22 û di meha hezîranê de jî 39 û bi tevahî 81 serlêdan pêk hatin. Mafê 68 girtiyên mêr û 13 girtiyên jin hatin binpêkirin. 70 serlêdan polîtîk û 11 serlêdan jî edlî bûn. Mafê tenduristiyê ya 45 girtiyan hat astengkirin, 48 girtî bi muameleyên ne baş re rû bi rû man. 15 girtî rastî lêgerina tazî hatin. 18 girtî bi kelepçekirî hatin muanekirin. 10 girtî hatin sirgunkirin, cezayê hicreyê dan 25 girtiyan. 41 girtî bi gotinên nijadperestî re rû bi rû man. Mafê name, rojname, kovar û pirtûk girtina 23 girtiyan hat astengkirin. Her wiha girtî bi şîdeta fîzîkî, îşkence û derp re rû bi rû man."
Gulseren, diyar kir ku Wezareta Dadê li hemberî binpêkirina mafan heta niha mudaxaleyek nekiriye û neketiye nav hewldanan û wiha got: "Em wekî Komîsyana Girtîgehê dixwazin bibin dengê giriyan û pirsgirêkên girtiyan bînin ziman. Em bi rapora xwe bal dikişînin ser pêkûtiyên li girtîgehan û banga hişyariyê dikin."