Ji Şaredariya Cizîrê dê di 8'ê Adarê û Newrozê de îkramiye bide karkerên xwe
- 15:10 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Di navbera Şaredariya Cizîrê ya HDP'î û TUM BEL-SEN'ê de TÎS hat îmzekirin. Li gorî TÎS'ê dê rojên 8'ê Adarê û Newrozê şaredarî îkramiye bide karkerên xwe.
Di navbera Şaredariya Cizîrê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan ve tê birêvebirin û Sendîkaya Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) de Peymana Kar a Komî (TÎS) hat îmzekirin. Merasîma îmzekirinê li Mala Dengbêjan, bi beşdarbûna Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Yilmaz Yildirimci û Hevşaredar Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig pêk hat.
Beriya îmzeyê Sekreterê giştî Yilmaz, axivî û bal kişand ser texrîbatên dema Qeyûm û ev tişt gotin: "Gelek karker ji kar hatin derxistin. Li gel vê yekê jî em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Li gel qeyrana aborî û rewşa wê ya nebaş jî şaredarî hewl dide rewşa karkerên xwe baş bike."
Hevşaredar Bêrîvan jî diyar ku dema qeyûm, bi zorê sendikayên karkeran bi wan dane guherandin û kêfxweşiya xwe ya ji bo girebestê anî ziman. Hevşaredar Zirig jî da zanîn ku bi girebestê mafê karkeran ketiye bin ewlehiyê û wiha got: "Me xaleke ku rojên 8'ê Adarê û Newrozê îkramiyê bidin karkerên xwe li girebestê zêde kir."
Zirig destnîşan kir ku biryara wan a ji bo Newrozê biryareke yekemîn e û got ku dê roja 8'ê Adarê hemû karkerên jin ên şaredariyê bi destûr bên hesibandin û îkramiye bigirin.