Cezayê muebbetê li bavê ku zarokê xwe kuşt hat birîn
- 14:10 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
HATAY - Dadgehê cezayê girankirî yê muebetê da Mehmet Alî Yilmaz ê kurê xwe Mertcan Yilmaz kuştibû.
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê Mehmet Alî Yilmaz kurê xwe yê 6 salî Mertcan Yilmaz kuştibû û îşkence li du zarokên xwe kiribû. Danişîna ewil a doza Yilmaz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hat dîtin. Bersûc Mehmet Alî û parêzerên xwe, malbata zarok û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û kurtahiya îdianameyê hat xwendin.
Bersûc Mehmet Alî îfadeyên xwe yên li emniyet û dozgeriyê dubare kir û îdia kir ku poşman e, ji ber bêsûc e berdan û berata xwe daxwaz kir.
Dozger mutala eşkere kir û xwest bersûc Mehmet Alî bi boneya lawê xwe bi “lûleya hesin a tozmija ceryanê lêdaye” kuştiye bi cezayê girankirî yê muebetê lê bê birîn.
Heyeta dadgehê jî biryara bersûc Mehmet Alî lawê xwe kuştiye cezayê girankirî û bi boneya li du zarokên xwe îşkence kiriye jî 12 sal ceza da û bi piraniya dengan biryarê erê kir.