Rêjeya turîstên Siûdî ji sedî 30 daketiye
- 11:24 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku Erebîstana Siûdî Tirkiye boykot kir rêjeya tûrîstên ji Siûdî diçin Tirkiyê sedî 30 daketiye.
Mirina bi guman a rojnamegerê Siûdî li Tirkiyê Cemîl Kaşikçi, bûye sedem ku peywendiyên navbera Siûdî û Tirkiyê de xirap bibe. Beriya ku ev alozî di navbera herdu welatan de çêbibe, yek ji welatên herî zêde di demsala havînê de serdana Tirkiyê dikir Erebîstana Siûdî bû. Lê bi boykotkirina tûrîzma Tirkiyê re ev rêje sedî 30 daketiye.
Li gorî hinek medyayên herêmî û cîhanî radigihînin, medyaya nêzî desthilata Siûdî bangeşeyeke bihêz li dijî tûrîzma Tirk dane destpêkirin û ji welatiyan tê xwestin tûrîzma Tirkiyê boykot bikin. Her wiha li Siûdî têgotin, “Neçin Tirkiyê”, “Tirkiye bi ewle nîne”, “Pasaport tên dizîn” hwd.
Berê niha bi demekê jî li Siûdû û hinek welatên Erebî jî banga boykotkirina rêzefilmên Tirkî û malê Tirkî hatibûn kirin.