Ji bo çûyina Îmraliyê malbatan serlêdan kirin
- 10:59 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wesîsê wî Mazlum Dinç ji bo biçin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Hamîlî Yildirim bira Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Emin Konar û ji malbata Veysi Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dan.
Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş wekî “sekreterya” di 15'ê Adara 2015'an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî piştî birin îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîranê de hevdîtin kiribûn.