Platforma Yekîtiya Jinên Kurd:Bila diyaloga aştiyê pêş bikeve

  • 10:07 12 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd derbarê pêşxistina aştî û diyalogê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mafê gelê Kurd ê demokrasî û netewebûnê di diyalog û polîtîkayên aştiyane yên navxweyî re derbas dibe.
 
Derbarê pêşxistina aştî û diyalogê de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, daxuyaniyêk nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li hemû aktorên politîk ên Kurd hat kirin ku diyaloga ji bo aştiyê ya di navbera Gelê Kurd de pêş bikeve. 
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û wekî jinên kurd ên xwedî nerînên cihana cuda û xwedî ferasetên siyaseta cuda hatin cem hev, armanca bingehîn ew bû ku ewil em di nava Kurdan de aşti û diyalogê pêş bixin. Me xwest piştgiriyê bidin diyalog û aştiya nava Kurdan. 
Me nameyek ji partîyên Siyasî yên Kurdistan, Tirkiyeyê û dewletên Yekbuyî(DY) re şand ku em vê rewşa tu car qebûl nakin û ne qedera me ye. Em ê ji îro pê ve jî banga xwe bidomînin. Îro welatên ku gelê Kurd jî di nav de di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Iraq û Sûriye êdi wekî berê nikarin wekî du bajaran bimînin. Tirkiye û Îran ên li hemberî vê rewşê ketine nava teşqeleyê li hemberî van geşedanan ne pir kêfxweş in. 
 
'Polîtîkayên şer û pevçûnê yên heyî herî zêde tesîrê li me jinan dikin'
 
Ji ber vê  yekê hewldanên van herdu welatan ên ji bo Iraq û Sûriyeyê ji nû ve dizayn bikin, pirsgirêkên heyî bêtir mezin dikin. Ev yek jî bixwaze nexwaze destûr dide ku hêzên mezin têkevin nava kar. Mudaxaleyên Îran û Tirkiye yên li ser navê “Yekîtiya axê” ya Iraq û Sûriyeyê ji dervê welatên navborî li Tirkiyeyê jî bûye sedema şer û êşên giran. Wekî ku di dîrokê de her dem em bûne şahide vê rewşê, di vê serdemê de jî dîsa em di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Polîtîkayên şer û pevçûnê yên heyî herî zêde tesîrê li me jinan dikin. Heta talûkeya “Xwişk û Birakujiyê” jî bi xwe re tîne.
 
'Em dixwazin hemû aktorên polîtîk ên Kurd guh bidin dengê me'
 
Di nava şer de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Em wekî jinên Kurd qet tu carî vê yekê wekî qederê pênase nakin û nabînin. Em der barê pêşketinên siyasî yên li ser navê me tên meşandin û bandorê li ser me dikin de dixwazin bibin xwedî gotin. Bi taybetî li dijî polîtîkayên ku dixwazin gelê Kurd di navbera xwe de li hemberî hev polîtikayên tundiyê pêş bixin re bêjin “Bes e”. Em bawer dikin ku mafê gelê Kurd ê demokrasi û netewebûnê di diyalog û polîtîkayên aştiyane yên navxweyî re derbas dibe. Li ser vî esasî, em dixwazin hemû aktorên polîtîk ên Kurd guh bidin dengê me. Em car din tînin ziman ku wekî jinên Kurd ji bo vê diyaloga aştiyê pêş bixin em ê dem bi dem van bangên xwe berdewam bikin.