'Bi hêviya tevahî jinên ciwan tevlî perwerdeya havînî ya Jîneolojiyê bibin'
- 09:54 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
Sîlva Ibrahîm
MINBIC - Navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê yekemîn perwerdeya havînî ji bo jinên ciwan li bajarê Minbicê dest pê kir. Bi armanca pêşxistina kesayeta jinên ciwan ku cewher û rastiya xwe nas bikin û têkiliya jin û xwezayê û jiyana hevbeş fam bikin, ev perwerde hat destpêkirin.
Ji bo nifşê nû ku di encama zihniyeta desthildar de ji jiyana xwe ya xwezayî qut dibin û bi teknîkê ve hatiye girêdan, alternatîfên cuda tên avakirin da ku ji xwezayê dûr nekevin û rastiya xwe nas bikin. Bi vê armancê Navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê ji bo jinên ciwan ên bajarê Minbicê yekemîn perwerdeya havînî li ser çemê firatê bi navê 'Perwerdeya havînî ya ciwanên Jineolojîyê' ji bo 21 jinên ciwan vekir. Ew ê perwerde hefteyekê dewam bike.Armanca perwedeyê ew e ku ciwan ji bandora kapîtalîzmê rigar bibin û pir zêde di bin bandora teknolojiyê de nemînin. Her wiha tê armancakirin ku rihê jiyana hevbeş bê pêşxistin. Jinên ku perwerdeyê dibînin wiha hestên xwe anîn ziman:"Ji bo em xwe pêş bixin dersên Jîneolojiyê gelek girîng in. Divê hemû jin di warê perwerdeya Jîneolojiyê de xwe pêş bixin."
'Ji bo em xwe nas bikin, pêş bixin kesên nû nas bikin ev perwerde gavek girîng e'
Jina bi navê Rohîn Elî ya ku beşdarî perwerdeyê dibe wiha got:"Em û hevalên xwe bi hev re pirtûkan dixwînin, piştre bi hev re şîrova û nirxandina wê dikin. Perwerdeya me saet di 05.00'ê sibehê de bi werzîşê dest pê dike. Saet di 07.30'an de dersên perwerdeyê dest pê dike û heta saet yekê dewam dike. Di navberan de em dîsa pirtûkan dixwînin. Em çalakiyên wekî avjeniyê dikin. Her wiha em cihên derbarê jinê de yên dîrokî jî digerin. Ji bo em xwe nas bikin, pêş bixin kesên nû nas bikin ev perwerde gavek girîng e. Em demek xwes û bi nirx derbas dikin. Ev perwerdeya dê ji bo Minbicê û gundewarên wê bidome."
'Bi hêviya tevahî jinên ciwan tevlî perwerdeya havînî ya Jîneolojiyê bibin'
Semer Hizûrî bi lêv kir ku perwerdeya Jîneolojiyê ji bo jiyana mirovan dibe sedema guhertinek girîng û wiha got:"Perwerde ne tenê waneyek yan semînereke. Di heman demê de jiyana komînal û hevpar pêş dixe. Mijarên cuda em nîqaş dikin, jiyana jinên têkoşer û belgefilmên wan em temaşe dikin. Ev yek zanist û kesayeta me zindî dike. Analîzên mirovan xurt dike. Me bi vê yekê fikir û îdeolojiya jina azad nas kir. 3 saet perwerde em rojane dibînin. Di nav de birdozî, jiyana hevbeş, nasnameya jina ciwan, jin û xweza, çand û dîrok hene. Di perwerdeya me de 4 komîn hene û her komînek karekî digre ser milê xwe. Bi hêviya tevahî jinên ciwan tevlî perwerdeya havînî ya Jîneolojiyê bibin."
Serdan cihên dîrokî û naskirina wan
Ji ciwanên tevlî perwerdeyê bûye Xada Oso jî bal kişand ser çalakiyên cûr bi cûr ên di perwerdeyê de û wiha got: "Di bernameya me serdana cihên dîrokî heye. Em çand û dîroka xwe ji nêz ve nas dikin û zindî dikin. Em pir bi siûd in bi tevlîbûna vê perwerdeyê. Ji ber gelek cihên me nas nedikirin me dîtin. Piştî me giringiya van cihê dîrokî nas kir divê ku em xebatekê bikin ku em parastina wê bikin."