Rojnameger Reyhan Hacioglu: Heqîqet dê rojekê derkeve holê
- 09:06 12 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL- Reyhan Hacioglu ya ji doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 15 mehan girtî ma, diyar kir ku desthilatdariyê di pêvajoya êrîşa li hember Efrînê de ji bo çapemeniyê bike bin kontrolê û di civakê de nêrînê ava bike berê xwe daye rojnamegeran û wiha got: “Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê berdewam kir. Lê taybetiyeke ku heqîqet rojekê derkeve holê heye. Me jî hêza xwe ji berpirsyariya li hember gel û rastiyan girt.”
Rojnameger Reyhan Hacioglu ya xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû, di 28’ê adara 2018’an de di çarçoveya operasyona hatibû destpêkirin de hat girtin. Reyhan ya 15 mehan girtî ma li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê di runiştina 5’emîn de bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ 3 sal û ceza lê hat birîn û hat tahliyekirin. Reyhanê hinceta girtinê û 15 meh girtina xwe vegot. Reyhanê daxuyakirin ku girtin destpêka pêvajoya dijhiqûqî bû û hikûmetê piştî operasyona Efrînê ew girtine.
‘Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê da berdewamkirin’
Reyhanê bi lêv kir ku wan hewl daye parastina xwe û tiştên li girtîgehê jiyane, vebêjin lê hatine bêdengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyona bi destê desthilatdariyê hatiye destpêkirin bi darazê hat berdewamkirin. Hêrsek wisa bû ku li girtîgehê rojnameyên ku nûçeyên pêvajoya şerê Efrînê têde hebûn hatin komkirin. Di civakê de wil psîkolojiya şer hat jiyankirin. Piştre jî hewl dan bidin bêdengkirin.”
‘Em her tim bi hêvî bûn’
Reyhanê destnîşan kir ku li girtîgehan jî rewşeke ji ya civaka Tirkiyeyê dijiya nehatiye jiyîn û ev tişt vegot: “Em dikarin bêjin ku Tirkiye jî veguheriye girtîgeheke vekirî. Di siyaseta Tirkiyeyê de li derve çi dihat jiyîn li hundir jî heman tişt dihat jiyîn. Ji ber parvekirinên di çapemeniya civakî de mirov dihatin girtin. Xwendina rojnameyê jî hatibû rewşa wêrektiyê. Xwestin li ser civaka Tirkiyeyê împaratoriya tirsê biafirînin. Ji ber vê yên hundir zêdetir bi hêz û bawerî bûn. Her tim wisa bû. Em her tim bi hêvî bûn.”
'Pergaleke ku ji pitikan ditirsin heye'
Reyhanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji bo girtinê hewce bi welatîbûna Tirkiyeyê tunebû. Di pêvajoya dawî de pitikeke me ya 6 mehî hebû. Me ji re digot ‘pitika berxwedanê’. Mehek beriya berxwedana Leyla Guven hatibû dinê. li Ewropayê bi dayika xwe re çalakî dişopandin. Tên Tirkiyeyê betlanê li balafirgehê tê binçavkirin û piştre tê girtin. Niha di girtîgehê de ne. Pergaleke ku ji pitikan jî ditirsin heye. Mirovên 60-70 salî yên ji ber çûne Newrozê hatine girtin hene. Em ji ber nûçeyên hatine çêkirin hatin girtin.”
‘Me nûçeyên rastî vegot'
Reyhanê bi lêv kir ku binpêkirinên mafan yên cidî hene û di mijara ragîhandinê jî pirsgirêkên mezin tên jiyîn û axivî: “Ji heman rojê Mehmet Alî Çelebî nameyek nivîsî û min 6 meh şûnde nameya wî girt. Di nameyê de gotibû şaşiyek heye û wê çed meh şûnde wê bên berdan. Ya rast jî ew bû. Bi delîl û naveroka dosyayê divê em çend hefteyan bimana. Ji ber nûçeyên ku hemû rastî vedigotin bûn. Xwezî tiştên wisa nebûna me jî rastî nenivîsiya. Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê berdewam kir. Lê taybetiyeke ku heqîqet rojekê derkeve holê heye. Me jî hêza xwe ji berpirsyariya li hember gel û rastiyan girt.”