Endama DÎK’ê Hatîce Kavran: Gelê Çewlîkê dixwazin berpirs hesab bidin

  • 09:04 12 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ÇEWLÎK - Endama DÎK’ê Hatîce Kavran diyar kir ku di operasyona fuhuş û şantajê ya li Çewlîkê pêk hatiye, di nav kesên hatine binçavkirin de kesên nêzî desthilatdariyê hebûne û tiştên tên jiyîn ji desthilatdariyê serbixwe nîne û wiha pê de çû: “Kesên vî karî dikin hewceye hêzê ji cihekî bigirin. An jî wan ji xwe re ewqas cih nedidît. Gelê Çewlîkê dipê ku berpirs hesab bidin.”
 
Di 25’ê Hezîrana 2019’an de ji aliyê Walîtiya Çewlîkê ve di bin navê ‘son çekîm operasyon’ de operasyonek pêk anî. Di operasyona ku wek ‘operasyona fuhuş û şantajê’ hat îlankirin de yek jê cigirê şaredarê Çewlîkê yê berê, yek jê çawîşê pispor û cerdevan jî tê de 31 kes hatin binçavkirin. Ji 31 kesî 6 heb hatin berdan û ji 25 kesên sewqî edliyeyê hat kirin 10 kes hatin girtin. 15 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan, biryara veşariyê anîn ser dosyayê.
 
Li gorî agahiyên di rayagiştî de derketine, ev tor ji 2016’an heta niha heye, tevî ku tê zanîn kê tê de ye jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin li malên wan bombeyên destan û çek hatine desteserkirin.
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran der barê mijarê de axivî û got gel ji berpirsan hesab dipê.
 
‘Berpirs hatin parastin’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku operasyon di rojeva Çewlîkê de rûniştiye û ji pirsgirêkeke edlî wêdetir, bûyereke ku xwe dispêre sînorê civakê û bûyerek bêahlaq e û wiha pê de çû: “Ji 2016’an heta niha tora wan heye. Tevî tê zanîn kî di vê torê de ye lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Çend sal berê li kargeriyê bazara fuhuşê tê kirin û tevî garsonê kargeriyê dîmenan dide emniyetê jî tiştek nayê kirin û garson ji kar tê avêtin. Rewşa fuhuş, tehdîd û şantajê şexsî nîne. Heta niha berpirs hatine parastin.”
 
‘Hêza xwe ji dewletê digirin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku kesên mijara gotinê ne hêzên dewletê jî girtine û ev tişt daxuyand: “Yên hatine girtin ji heman fikra siyasî ne. Heta vê operasyonê tu tiştek nehatiye kirin. Ev ji siyasetê wêdetir pirsgirêkek ahlaqî ye. Divê mirov li hember van kesên ji ahlaqê bêpar matmayî nemînin. Li Çewlîkê çeteyeke wisa ya fuhuş û şantajê derketiye. Ev ne tesadufi ye. Bûyer ji hêzên desthilatdariyê ne serbixwe ye. Bûyera hatiye jiyîn, êrîşa li dijî civaknasî, bawerî û nirxên çandî ye. Pirsên di hişan de yên divê bên bersivandin yên gel hene. Ev rewşa ku ne ahlaqî, ne mirovahî, îslamî û wijdaniye divê demildest bê ronîkirin. Gelê Çewlîkê ji berpirsan hesab dipê.”