Xwendekarên ODTU'yê çûn serdena partiyên siyasî
- 15:56 11 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Xwendekarên ODTU yên li dijî avakirina yurda KYK’ê derketin, li Meclîsê partiyên siyasî ziyaret kirin. Xwendekar di 14'ê tîrmehê de li ODTU'yê dê çalakî li dar bixin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU), li Meclîsê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û ÎYÎ Partiyê ziyaret kirin.
Xwendekaran, di hevdîtinên bi Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, Serokê Giştî yê TÎP’ê û parlamenterê Stenbolê Erkan Baş û Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Lutfu Turkkan kirin re de, li dijî avakirina yurda KYK’ê piştîgirî xwestin. Di heman demê de xwendekar ew ê di 14’ê tîrmehê de, li ODTU çalakiyekê li dar bixin û xwestin partî piştgirî bidin çalakiya wan.